Bi girseyî hatina pênaberan Ewropa tirsand, ji ber vê tirsê serokwezîra alman A. Merkel berê xwe da Stenbolê. RTE jî mîna serfermandarê serketiyêşer bi rovîtî di bin simêlên faşîstî de keniya. Belê; pênaber, Ewropa, Birêza A. Merkel, RTE û ziyareta di vê dema aloz de gelek rastiyan di xwe de vedişêre. Divê ev were vekirin.

Min di destpêka meha rezberê de ku wê çaxê vê koça girseyî ya pênaberan nû destpêkiribû di medya digîtal de bi vî rengî nivisîbû: „Ev ji pêncî salî zêdetir e ku mirovên xwe li Rojhilata Navin ji ber koteka dîktator, îslamîst û xwînxwaran di nava talûkeyê de hîs dikirin, berê xwe didan Ewropayê. Lê ne bi vî awayî! Ev cara yekem e ku wisa bi girseyî, rasterast berê xwe dane rojavayê Ewropa û çawa ku bixwezin bi zorê xwe bidin pejirandin. Di vê de rastiyekê veşartiye. 

RTE bi vekirina balafirgeha Încirlikê hêvî kir ku bikane li Suriyê destûra heremeke tampon bistîne, lê kesî destûr neda. Serkarên tirk jî vê carê ji nava pênaberên li Tirkiyê yên ciwan hilbijartin, bi awayê şantajê bi komî û organîzekirî xistin ser rêya Ewropayê, daku bikane li gel hin armancên xwe yên din, bi vê rêyê heremeke tampon bi ewropiyan bide pejirandin. Di nava wan pênaberan de îslamîst (Daiş, El Nasra û hwd.) gelek zêde ne.“

Em ji dîroka tirkan dizanin ku serkariyên tirk tim şantaj, dek û dolap û takye ji bo pejirandindayîna armancên xwe bikaranîne. Ev serkariya RTE-AKP e jî di nava serkariyên dagirkerên tirk de yên herî sextekar û herî xiniz in, li gel takiyeyên xwe yên genî metodên serkarên berê xwe jî bikartînin.

Gava mirov li şixr û rêya pênaberan dinêre, dibîne ku ew yan bi komî di sînorên Trakyayê re derbasê Bulgarîstanê dibin, yan jî bi keştiyên hevdaketî berê xwe didin giravên Yunanîstanê. 

Ta vê roja me hemû şebekeyan karên derbaskirina pênaberan bi dizî dikirin û ew teme dikirin ku hetanî gihîştin rojavayê Ewropa, xwe nedin dest. Lê vê carê mîna ku biçin welatên bav û kalên xwe, yan jî ev koç mafê wan ê zagonî be, bê veşartin didin ser rêyan. Ev jî bi zelalî nîşan dide,çawa ku gişt hatibin organîzekirin, yan jî endamên artêşên dagirkirinê bin, bi êrişkarî û zorê li ber çavên cihanê meş bi meş diçin. 

Ev fenomen, yan jî ev sefera organîzekirî ya bi dagirkirina pênaberan dihêle ku em vê bêjin: Bi gotineke kurt û zelal ev li gor planeke gelek kûr û bi armancên nixumandî tê meşandin. Yên vê dikin jî serkariya RTE-AKPê ye. Wan xwestin bi vê bigihîjin gelek armancên xwe yên koloniyal. Armanca yekem bêguman „Herema Tampon“ bû. Ev li gel nîqaşên li ser mijara pênaberan meşiya û bû mijara danûstandinê. Bi dîtina min Rûsyayê zû ev rastî dît, li dij berjewendiyên xwe wek xeteriyeke mezin têgihîşt û lema mudaxele kir û pêşê li vê daxwaziya tirkan girt.

Armanceke wan jî ev bû ku bala cihanê ji ser şerê li Kurdistanê bida aliyeke din, di nava mij û moranê de armanca xwe ya xwînxwarî pêkanîn bû. Bala xwe bidinê; êrişên li ser Kurdistanê û vê koça pênaberan bi hev re dest pê kir. Li pey van êrişan DYA bi zelalî destnişan kir ku di lihevkirina mijara Încirlikê de êrişên li ser sengerên PKKê tuneye. Ango wan xwestin ji aliyekê ve ewropiyan bi vê mijara pênaberan re bilî bikin û êrişê xwe yên li ser gelê Kurdistanê bidomînin.

Li gel vê wan baş dizanî ku wê Ewropa nekanibe ji bin barê vê hêwirandina pênaberan rabin, di encamê de li deriyê wan bidin. Lema jî wan ne tenê dorpêçkirina bajarên kurdan û kuştina sivîlan, ev komkujiya li Enqerê jî di bin siya vê mijara pênaberan de pêkanîn. 

Di vê demê de çûyîna serokwezîra alman A. Merkel bo Îstanbolê ne tenê mijara pênaberan bû, hem êrişên li Kurdistanê, hem „Komkujiya Enqerê“ jibîrkirin dayîn bû û ji bo hilbijartinan ji RTE re bû wek piştgirî û îcazeteke rewa. Divê ev teslîmbûn û bêbextiya Ewropê neyê ji bîrkirin.

Belê hêwirîna pênaberan şantaj bû, ewropiyan jî ev şantaj daxwarin. Ji bo berjewendiyên xwe her nirxên mirovî bin pê kirin. Bê ku rastiya vê şantaja îslamîstên bi şimik li ber çavan raxînin, teslîmê RTE-AKP bûn, lema mirov dikane bibêje di vê xwîna diherike de tiliya wan jî heye. Bi dîtina min rastiya vê mijarê di vir de veşartiye. Di encamê de padişahê osmanî yê xwînxwarê xeyalperest bi vê şantajê li gel mêvana xwe li ser textê zêrîn rûnişt û bi nêrînên xiniz teşeyê xwe yê zîşt nîşan da.