Yek ji komên di nava operasyona 'Mertala Firatê' de cih girtî, Lîwa El Şîmal tevî çekên xwe li refên QSD'ê zêde bû û beşdarî operasyona Reqayê bû.
"Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji bo rizgarkirina Reqayê da destpêkirin, di roja 92’yan de ye. Şervan li eniyên rojhilat û rojava, bê navber operasyonê dikin. Li eniya rojava, şer li taxên El Berîd, Mirûr û Nehdayê giran e. Şervanan beşeke mezin a taxa Mirûrê kontrol kir û çeteyên DAIŞ'ê li navenda bajêr asê kirine. Di operasyonê de gelek şervanên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê cih digirin. Koma Lîwa El Şîmal, ku di dema operasyona 'Mertala Firatê' ya ku artêşa Tirk a dagirker li Cerablûsê kir, bi artêşa Tirk re tevgeriya, bi çekên xwe derbasî nava refên QSD'ê bû. Lîwa El Şîmal niha di operasyona Reqayê de li gel QSD'ê şerê DAIŞ'ê dike.
'Tirkiyeyê em xapandin'
Şervanên ku tevî çekên xwe hatin, nasnameyên ku Tirkiyeyê dabûn wan, radestî hêzên QSD'ê kirin. Di van nasnameyan de, ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ve hatin amadekirin, hemû şervan weke ku ji Dêra Zorê ne, hatine nivîsandin. Li ser nasnameyan nivîsa "Karta Nasandinê ya Navenda Bêhnvedanê ya Suleyman Şah a Qeymeqamtiya Akçakale" nivîsî ye. Ji vê jî fêhm dibe ku endamên komên "Mertalê Firatê" bi van kartên penaberiyê bi hêsanî li nava Tirkiyeyê digerin. Koma tevlî nava refên QSD'ê bû ji 21 kesan pêk tê. Hin ji van şervanan tevî malbatên xwe hatine.
Fermandarê koma navbirî Mihemed El Mûsa ye, ku hatiye eniya rojhilat a bajêr û tevlî operasyona Reqayê bûyeê. Wî got, ew berê ji komên 'Mertalê Firatê' bûne û ragihand, ku ew tevlî QSD'ê bûne û hatine li Reqayê şer bikin. Têkildarî sedema tevlîbûna xwe li operasyona 'Mertala Firatê' Mûsa got, "Em ji ber vê armancê tevlî wan bûbûn; Tirkiyeyê soz dabû me ku em biçin Dêra Zorê. Lê belê soza xwe bi cih neanî. Em xapandin. Jixwe, ti tişta wan gotî rast derneket. Ji ber vê yekê em gelek kom ji wan qut bûn."
'Mertalê Firatê wê nemîne'
Mûsa diyar kir ku Tirkiyeyê gelek kom xapandiye û destnîşan kir ku hêz û eşîrên tevlî wan bûne ji vê rewşê aciz in. Mûsa got, "Tirkiye gelek koman bi sozên dane me di nava xwe de digire; lê belê gelek hêz û eşîran niyeta wan fêhm kir. Lewma her kesî biryar daye ji wan qut bibe. Bi vî rengî dewam bike, wê tiştekî bi navê 'Mertalê Firatê' nemîne."
ANF/REQA