
Ji ber şerên di navbera eşîran ên ji bo qadên mêrg û qadên çandîniyê yên li gundên pêktên bi dawî bibin ciwanan dest bi tevgerê kirin. Ciwanên gundên Peyanis û Mamxuran li ser Kolana Bulvarê ya Colemêrgê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew dê li hemberî şeran bibin "mertalên zindî" Rêveberên BDP'ê jî piştgirî dan ciwanan. Li ser navê ciwanan, ciwanê bi navê Murat Akin ê ji gundê Peyanis axivî û diyar kir ku di navbera du gundan de bi salane şer berdewam dike û dixwazin ev şer bi dawî bibe û wiha got: "Dewlet dixwaze bi reforma axê eşiyê careke din zînde bike û bi vê yekê aramiya civakê ya Colemêrgê xirab bike."
Divê nakokî çareser bibin
Akin, anî ziman ku ji ber polîtîkayên heyî di rojên dawî de nîqaşên ji ber mêrg û zeviyan disa dest pê kirin û wiha axivî: "Em ciwanên Mamuxaran û Peyanisê li hemberî van bûyeran dê bi baldar tevbigerin. Em dê li hemberî bûyerên armaniya civakê xirab dikin rawestin." Akin xwest ku gundî xwe ji nîqaşan dur bigirin û wiha pê de çû: "Heke rewşa neyînî berdewam bike em ciwanên Colemêrgê ji bo ev şer bi dawî bibin dê li wan qadan bibin mertalên zindî." Akin, bilêv kir ku berpirsiyarê bûyeran Walîtiyê Colemêrgê û Fermandarê Qereqola Peyanis e.
Ciwanê bi navê Murat Karagoz ê ku ji gundê Mamxuran jî wiha got: "Pergala li pêşiya me ya em bi wê re têkoşînê bikin heye. Em biratiya xwe ji bo du bohusten axê xirab nekin."
COLEMÊRG