Di demek wisa de ku Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî, rayedarên Tirkiyeyê her roj ceza li siyasetmedar û rêveberên partî û saziyên Kurdan dibarînin, li Îmraliyê êşkenceya giran pêk tînin li aliyê din jî girtiyên PKK û PAJK’î dest bi çalakiyek giring û dîrokî kirine; çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem. Girtiyên azadiyê bi vê çalakiya bi bandor mûdaxîlî pêvajoyê bûn. Elbet ev çalakî ji greva birçîbûnê wêdetire. Mirov dikare bêje, çalakiya mertalên zindî ya çalakiya vê demê ye. Girtiyan li dijî pergala êşkenceyê, li dijî zilm û zordestiya rejîma faşîst bedenên xwe kirin mertal.
Niha çalakî giha sînorê rîska jiyanî. Greva bêdem a girtiyên PKK û PAJK’ê ku 15’ê Sibatê li Girtîgeha Şakran a Izmîrê dest pê kir, çalakiya li vê girtîgehê ket roja 44’an. Elbet çalakî bi Şakranê re sînordar nema, girtiyên li Sincanê piştî hefteyekê dest bi çalakiyê kirin û ev 36 rojin çalakî didome. Her wiha ya Sincanê ket roja 34’an, ya li Wanê 19 roj, a li Giresûnê jî kete roja 16’an. Herî dawî jî ji girtîgeha Agiriyê 42 girtî tevlî çalakiyê bûn. Xuyaye dê çalakî hîn jî berfireh bibe û heya encam bigire dê dewam bike. Lewma lazim e, hestiyariya raya giştî jî zêdetir bibe. Ji ber ku heya niha, di vî warî de raya tiştî ne ketiye tevgerê.
Eger em bi kurtî behsa daxwazên girtiyan bikin, yek ji daxwazên sereke , ev e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û şertên azadiyê pêk bên.
Em dizanin ji 5’ê Nîsana 2015’an ve li ser Rêbertiyê tecrîdek giran û kûrbûyî pêk tê. Şerê dijwar yê li Kurdistanê, pîlana qirkirinê her tim bi kûrkirina êşkenceya li Îmraliyê asta xwe bilind kir. Ji xwe ji wê rojê ve, polîtîkayên qirkirinê yên rejîma şer û kaosê AKP di asta jor de pêk tên. Lewma jî ji bo dawî li vê rewşa şer û êrişan were, divê pergala Îmraliyê têk biçe û şertên Rêberê gelê Kurd biguherin. Lê belê ev daxwaz ne nû ye, bi salan e bi taybet girtiyên şoreşger di vê mijarê de çalakiyan pêk tînin. Bi vê wesîleyê em çalakiya mezin a girtîgehan ku 12’ê îlona 2012’an dest pê kir û 68 rojan dewam kir bi bîr bixin.
Tam di rojeke darbeyê, di 12’ê Îlonê de, hemwext girtiyên li girtîgehên Tirkiye û yên li Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin. Armanca vê çalakiya bêdem cardin şikandina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Ocalan bû. Di wan rojên giran û krîtîk de, wan bi vê çalakiya xwe ya jiyanî rêyek vekirin. Bi hezaran girtiyan xwe kir mertal li pêşberî pergala êşkenceyê. Vê çalakiyê rê li hevdîtina bi rêberê gelê Kurd Ocalan re vekir. 17’ê Mijdara heman salê Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî. Ocalan xwest girtî dawî li çalakiyê bînin. Bi vî rengî di roja 68’an de, ango 18’ê Mijdara heman salê çalakî bi encam bû. Di esasê xwe de serdema dîrokî ya hevdîtinên bi Îmraliyê re jî wiha ket rojevê. hevdîtinên di navbera heyeta dewletê û Rêberê gelê Kurd Ocalan de...Pêvajoya piştî Osloyê bû, hesas bû, lê vê çalakiyê rengê pêvajoyê diyar kir û deriyê çareseriya demokratîk nîşan da.
Balkêşe, di serdemên herî krîtîk de girtîgehan dest li pêvajoyê werdaye, bi çalakiyên krîtîk. Bi taybet jî li Tirkiyê ev pêvajo bi darbeyan xwe didin der û darbe jî, herî zêde xwe di girtîgehan de didin hîskirin. 12’ê Îlonê dîrokek nêze û di bîran de ye. Di şert û mercên darbeya 12’ê Îlonê de Mazluman, Kemalan, Sarayan kevneşopiya berxwedanê hûnan. Îro jî di şertên darbeya rejîma Erdogan de ku 12’ê Îlonê jî derbas dike, heman kevneşopî dest li pêvajoyê werdide. Cardin balkêşe, gardiyanan bi gotinên ‘Emê ji Esat Oktayan xirabtir li we bikin’ gef li girtiyan xwarine. Careke din eşkere dibe, fikra niha desthilatdar kûrbûna faşîzma 12’ê Îlonê ye.
Paralel çalakger dixwazin zext û zora li girtîgehan bi dawî bibe. Bi taybet di dema desthilatdariya AKP’ê de bi hezaran kes hatin girtin. Yek ji îcraatên AKP’ê jî avakirina girtîgehên nû bû. Zext û zor, êşkence giha asta herî jor. Di rewşek wiha de, şoreşgerên li girtîgehan weke her demê helwesta xwe raber dikin.
Encam; Girtîgeh di dîroka tevgera azadiyê de, qadên berxwedan û têkoşînê yên herî dijwar in. Kevneşopiya Mazlûm û Kemalan, berxwedana li girtîgeha Amedê ya dîrokî her serdema giring xwe dûbare kir. Îro jî bi heman rengî ji girtîgehan dengê berxwedanê tê. Lê divê raya giştî, medya û em bi hemû hêza xwe bibin dengên girtîgehan. Hevalên me ku di girtîgehan de, di çalakiyê de ne, bi wê vîna xurt, bi bawerî û hêvî, dimeşin. Lê her kêlî, her deqîqe divê were şopandin û ji bo daxwazên wan bicih werin, divê em tevgera xwe mezin bikin. Heya ku daxwazên wan bicih neyên, em dizanin girtî wê çalakiyê bidomînin. Weke fermandarê Sûrê Çiyager gotî, ‘Encam çi dibe bila bibe, dê bi heybet be’. Ev ruhe ku îro di şexsê girtiyan de mudaxîlî demê dibe. Sarayan çawa faşîzm li girtîgeha Amedê têk bir, îro jî heman berxwedan dê darbeya rejîma Erdogan têk bibe. Ev heman ruhe. Yên ku gotin berxwedan jiyane, îro dibêjin berxwedan dê me bibe serkeftinê.
Lewma giringe em bibin deng û gotina van bedenên mertalên zindî. Lewma divê em dengê wan bigihînin.