Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Başûrê Kurdistanê di roja 20. de didome. Mertalên Zindî ku her roj li mêhvanên nû pêşwazî dike doh jî pêşwazî li gelê gundê Meredo ya Binarê Qendîlê kir.

Dema serdana gundiyên Meredoyê de li ser navê Mertalên Zindî Wilyam Berzencî axivî û got ku ji ber destkeftiyên Kurd ketiye metirsiyê ew dest bi vê çalakiyê kirine.

Berzencî da xuyakirin ku niha xaka Kurdistanê dibin êrîşên dagirkeriyê de ye û got, “Gefên li dijî Qendîlê hemû destkeftiyên Kurdistanê hedef digire.”

Li gel gerîlayên azadiyê cih bigirin

Wilyam Berzencî di dewama axaftina xwede bang li tevahî gelê Kurd jî kir ku ji Qendilê heya Sine, ji Mahabad heya Silêmanî û Hewlêrê, ji Serhed heya Qamişloyê divê hemû Kurdistanê li gel gerîlayên azadiyê cih bigirin.

Piştî axaftina çalakvanê Mertalên Zindî Wilyam Berzencî bi navê ciwan û gundiyên Meredoyê jî Soran Elî peyivî û got, “Gefa li ser Qedndîlê gefeke tenê li dijî Qendîl û PKK’ê nîne, êrîşeke dagirkeriyê ya tevahî Kurdistanê hedef digire. Em weke gelê Başûr bang li dewleta Tirk dikin û dibêjin, ‘Em li vir in’. Me çawa dagirkeriya aborî qebûl nekiribe û li hember vêya boykotê dabe dest pê kriin, em ê dagirkeriya we ya aborî jî qet qebûl nekin. Heya em dagirkerî bi dawî bikin, wê têkoşîn berdewam bike.”

QENDÎL