Çalakiya Mertalên Zindî ku li dijî hewldanên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Binarê Qendîl dest pê kiribû, piştî 3 mehan doh bidawî bû. Ji Başûr, Rojava û Ewrûpayê bi dehan koman çalakî dewr girt, bi sedan kesan çûn serdana çalakiyê.
Artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê ku ji sala 1983’yan ve didomîne, di Kanûna 2017’an de dijwartir kirin. Hewl da ku baregehên nû çêbike û heta meha Hezîrana 2018’an qasî 30 kîlometre ket axa Başûr.
Li ser vê yekê li tevahiya bajarên Herêma Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên gel hatin lidarxistin, banga boykotkirina malên Tirk hat kirin. Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Welatparêz jî, di 8’ê Hezîranê de li Binarê Qendîlê çadir vedan û çalakiya Mertalên Zindî da destpêkirin.
Bi dehan koman çalakî dewr girt
Di nava van sê mehan de ciwanên Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Çemçemal, Koyê, Qeladiz, Germiyan, Mexmur, Şengal, Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Ciwanên Enternosyalîst çalakiya Mertalên Zindî dewir girtin.
Bi sedan kes û koman piştgirî da
Di nava vê demê de welatiyên navçeyên Ranya û Qeladizê, ciwanên ji Rojhilat, Çemçemal, Teqteq, Şengal, Behdînan, Mexmur, ciwanên Rojavayî yên li Başur û ciwanên enternosyalîst çûn serdanê ciwanan.
Her wiha jinên ciwan yên tekoşer, Tevgera Azadî, Bereya Gel a Demokratîk, REJAK, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, Pêşmergeyên Dêrîn, helbestvan û hunermend, welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûr kar dikin, niştecihên Qendîl, bawermend, nivîskar, parlementer, KNK û Bereya Li dijî Dagirkeriyê serdana çalakgeran kirin û pistgiriya xwe anîn ziman.
Ciwanên Rojava jî çadir vedan
Bi armanca destekdayîna Mertalên Zindî, komek ciwanên Rojavayê Kurdistanê jî xwestin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û tevlî çalakiyê bibin. Lê rayedarên Deriyê Sînor ê Pêşxabûr destur nedan. Li ser vê yekê ciwanan li aliyê din sînor ango li Deriyê Sînor ê Sêmalka çadir veda û çalakî da destpêkirin. Çalakiya ciwanan mehekê dom kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ