Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li herêma Biradostê li dijî dagirkeriyê bûne mertalên zindî. Çalakvanan komkujiya Kortekê ya artêşa Tirk bi balafiran kirî û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê rûreş kirin. Bi navê mertalên Zindî yên li Biradostê Hêdî Remazan daxuyanî xwend û got: “Di rojên dawî de helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê diyar bû. Bi daxuyaniya xwe de bi awayekî eşkere PKK’ê sûcdar dike û piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk. Hemû kes dizane PKK kî ye, ew xwişk û birayên me ne. Lê em baş dizanin hikumeta herêmê kî ye. Hikumet wek komeke mafya tevdigere. Grubek e ku xizmeta dijmin dike. Bi pîlan û bername dijmin li ser axa Başûrê Kurdistanê bi cih dike. Li hemberî êrişên dagirker bêdeng dimîne û êrişan qebûl dike.”

Komkujî bi zanabûn hate kirin

Hêdî di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku komkujiya Kortekê ya balafirên artêşa Tirk kirî, pir bi zanabûn hatiye kirin û got, “Komkujiya li Kortekê bi zanebûn hate kirin. Her kesî dizanî bû ku ew wesayit ya sîvîlane. Armanca dewleta Tirk a dagirker ne PKK’ye, armanc gelê Kurd e. Li ku derê Kurdek hebe, dewleta Tirk a dagirker fermana kuştinê dide.”

Banga mezinkirina çalakiyan kir

Hêdî Remazan di dawî de ev bang li ciwanan kir: “Em wek çalakvanên Mertalên Zindî xiyanetkaran bi tundî rûreş dikin. Bangawaziya me ji bo tevahî gelê Kurd û Ciwanên Kurd e, taybet Ciwanên Başûrê Kurdistan û Ciwanên Biradostê, bêdengiya xwe bişkînin. Werin beşdarî çalakiya Mertalên Zindî bibin, em çalakiya xwe mezintir bikin.”

 

ROJNEWS / BIRADOST