Piştî axaftinan koma mertalên zindî, 100 kesên ku di nav de parlamenterên BDP’ê Nursel Aydogan, Hasîp Kaplan, Cîgirê Şaredariya Elihê Serhat Temel, şaredarên navçe û bajaran, endamên meclisa şaredariyan yên bajar û navçeyan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hebûn, bi 2 otobusan ji Xaburê derbasê Herêma Federal a Kurdistanê bûn. Koma mertalên zindî, piştî hin hevdîtinan wê biçin noqteya Ranyayê ya 4 ji wan zarok 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Piştre mertalên zindî yên ji Amed, Dêrsîm, Riha, Sêrt, Elih, Mêrdîn, Çewlîk, Xerpêt û Şirnexê hatibûn çalakiya xwe dawî kirin û li bajarên xwe vegeriyan.
Çalakiya bi şev
Bi deh hezaran kesên ku li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiya Şirnexê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Aştiyê mertalên zindî, kuştina Endamê Meclisa Gişti ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan şermezar kir. Mertalên zindî ji konên ku li bajaroke hatine vedan heta Deriyê Sînor ê Xabûrê rê ji trafîkê re girtin. Mertalên zindî bi dirûşmên „şehîd namirin“, „Rêheval Yildirim bêmirin e“, „PKK gel e, gel li vir e“ meş li darxistin û pankarta „Divê em li dora Rêber Apo û gerîlayên xwe bicihin û berxwedana tehavî pêk bînin“ vekirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz hatin rakirin û gelek alên PKK’ê hatin vekirin. Mertalên zindî piştre rê ji trafîkê re girtin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Wesayîtên ku diçûn Deriyê Sînor ê Xabûrê jî bi qorneyan piştgirî dane çalakiya mertalan. Di çalakiyê de ji bo Ayhan deqeyek rêzhate girtin û bi heste û telefonên xwe jî rê ronahî kirin.
ŞIRNEX
Gireva birçîbûnê ya Hewlêrê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya Endamên Însiyatîfa Parastina Neteweyî li ber NY’yê dest pê kiribûn bi daxuyaniyekê dest pê kir. Li ser navê çalakwanan peyamêk hat xwendin û ji NY’yê re hate şandin. Di daxwaznameya ji NY’ê re hate şandin wiha hate gotin: „Daxwaza me jî NY’yê ew e ku lî dijî êrîşên dewletên Tirkiye û Îranê dest bi hewldanên qanûnî bikin û kuştina welatiyên sivîl ên Kurdistanê wekî komkujîya navnetewî nas bikin. Pewîste NY li ser rêveberiyên Tehran û Enqereyê zextên xwe nîşan bide ku careke din bi hinceta gerîlayên PKK û PJAK’ê êrîşên li ser xaka Herêma Kurdistan û gelê sivîl ên li ser sînor nayê kirin. Divê Tirkiye û Îran bi awayekî fermî sînorên Herêma Kurdistanê nas bikin û rêzê ji gel û sînorê Herêma Kurdistanê re nîşan bidin.
Piştî greva birçîbûnê Endamên Însiyatîfa Parastina Neteweyî Şûkriye Tîmor, Lalo Rêcdêr, Mam Hêjar, Hêro Kurdistan û Sekwan Yûsfî, banga yekitiya gele Kurd kirin
HEWLÊR