Heyeta mertalên zindî ku ji 100 kesên di navde endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî heye û li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) çend roj berê çûn Herêma Federal a Kurdistanê, piştî li herêmê çend hevdîtin pêk anîn ber bi deriyê Xabûrê yê sînorê Tirkiyeyê ve bi re ketin. Heyeta ku li Hewlêrê, navçeya Ranya malbata 4 jê zarok 7 welatiyên sivîl ên bi bombeyên balafirên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan û kampên penaberan ên Mexmûrê ya Misûlê û her wiha kampên paneberan ên Simêle û Qesrokê yên Duhokê ziyaret kirin derbasî kampên penaberan ên Hesenikê, Daratû, Grêgewrê û Misrikê bûn. Heyetê piştî li van kampan jî welatî ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin ber bi sînorê xabûrê ve bi rê ketin. Heyetê di ziyaretên xwe de diyar kir ku çalakiya mertalên zindî di vê pêvajoyê de gelek girîng e û divê teqez pêş bikeve. Heyet piştî ku li gelek astengiyan rast hat beyî ku biçe herêma ku 7 welatiyên sivîl lê jiyana xwe j dest dabûn bi paşve vegeriya.
HEWLÊR