
Meşa Amara ku her sal bi minasebeta 4'ê Nîsanê ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi dirûşmeya "Ne tecrîd azadî, ne şer muzakere" dest pê kir. Ji gelek bajaran bi sedan kes ber bi Amarayê bi rê ketin. Di rê de polîs wesaît rawestandin û parlamenterên BDP Emine Ayna, Nursel Aydogan, Ozdal Uçer û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk derb kirin.
Meşa Amara ku ev 9 salin bi pêşengiya TUHAD-FED´ê ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan 4´ê Nîsanê tê lidarxistin dest pê kir. Ji Amed, Êlih, Şirnex, Wan, Mûş, Edene, Mêrsîn, Qers û Agirî bi sedan wesayît ber bi gundê Amara yê Rihayê ve bi rê ketin. Polîsan Rihayê dorpêç kir û destûr nedan ku girseyê ku biçin Amarayê.
Li Amedê, bi sedan welatiyên ku ji Mûş, Wan, Şirnexê hatin, li ber avahiya BDP'ê ya Amedê kom bûn û li gel karwana Amedê ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Di karwana Amarayê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê Emine Ayna, Nursel Aydogan, Ozdal Uçer û rêveberên BDP'ê jî cîh girtin. Di ketina bajar de maşîneyên zirxî yên polisan û TOMA rê girt û kontrola nasnameyan kir. Di kontrola nasname û maşîneyan de ceza li gelek maşîneyan hate birîn.
Polîsan li ketina navçeya Pirsusê polîs û leşkeran xwest ku bi zorê di wesayîtên wekîlan de lêgerînê bikin. Wekîlên BDP'ê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşandan. Polîsan paşê li wekîlan xistin. Di êrîşa polîsan de 4 xebatkarên BDP'ê hatin binçavkirin.Polisan ketina Pirsûsê girt. Polîs destûrê nadin ku xebatkarên çapemeniyê bikevin navçeyê.
Li Êlihê, bi sedan welat ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Girseya ku li taxên Yavuz Selim, Petrol Kent, 19 Mayis û Cumhuriyetê kom bûn, li qada Koçerleran kom bûn û bi tevlêbûna wekîl, şaredar û rêveberên BDP'ê ber bi Rihayê ve ketin ser rê.
Li Mêrdînê, girseya ku ji bajar û navçeyên wê ji bo Meşa Amara hatibû li ser Rêya Îpeke ya Qoserê kom bûn û bi diruşme û çepikan ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Bi 100'an wesaît rastî astengiyên polîsan hat û oolîsan destûr nedan ku bikevein rê.
Li Sêrtê, girseyê li pêşiya Şaredariyê Sêrtê kom bûn û bi wesaîtan ber bi Rihayê ve bi rê ket. Rêveberên BDP'ê, ÎHD û TUAD-DER'ê jî di karwanê de cîh kirtin. Rêwiyên Amarayê li ser rêya Dihê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.
Li Şirnexê, ji navçeyên Sîlopî, Hezex, Cizîrê jî gelek kes li hev kom bûn û ketin ser rê. Ji ber polîsan meş asteng kir, BDP´ê bi daxuyaniyeke çapameniyê hate şermezarkirin diyar kir ku tevî hemû astengiyan wê biçin Amarayê.
Li Meletiyê, otobusa ku xwest biçin Amarayê li otogara bajar ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Welatiyên ku rastî kontrola nasnameyan hatin, rastî astengiya polîsan hatin.
Li Edene, ji taxên Daglioglu, Gulbahçe, Şakirpaşa, Denîzlî, Hurriyet û û gelek taxên din yên navçeya Seyhanê kom bûn amadekariya Meşa Amara dikin. Bi sedan kesên ku li ber nûnertiyên BDP'ê kom bûn, li gel biryara qedexekirinê bi biryar in ku biçin Amarayê. Li taxa Kuçuk Kirimê nêzî 200 kes kom bûn. Li navçeya Ceyhanê jî kesên ku xwestin bi otobus û wesaîtên taybet biçin Rihayê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û maşîneyên wan desteserkirin.
Li Antalyayê, rêwiyên Meşa Amarayê hatin astengkirin. Polîs û leşeran otobusta rawestand û desteser kir.
Li Wanê jî bi sedan kes ber bi Rihayê ve bi rê ketin. 4 wesaît ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Li Colemêrg, Bedlis, Mûş, Qers, Erdexan, Agirî, Erzirom û Îdirê jî bi hezaran kes bi otobus ûmaşîneyen tayber ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Li navçeya Kaxizmanê û Agiriyê bi giştî 9 wesaîtên ku ber bi Amarayê bi rê ketin ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û polîsan wesaît desteserkirin.
Li Pirsûsê û bajaroka Elîgorê jî hemû rêyên ketin û derketinê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN