
Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo piştgiriyê bide çalakiya Mertalên Zîndî ya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê dê bimeşîn. 16 bajar bi bangawaziya KCD’ê dê tevli ‘Meşa mezin a aştiyê’ bibe. Parlamenter, şaredar, nûnerên saziyên sivîl, ronakbîr, nivîskar û rojnameger dê tevli Meşa Aştiyê bibin. Ji Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Amed, Çewlik, Elezîz, Dêrsim û ji bajarên din ber bi xeta sînor a Şirnexê ve, ji Colemêrg, Îdir Wan, Qers, Agirî, Erzirom, Mûş û Bedlîsê û bajarên din jî ber bi xeta sînor a Zapê ya Colemêrgê ve bimeşîn.
Heyata ku li Mêrdîn, Riha, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Elezîz û Dîlokê rê bikevin dê li ber avahiyên BDP’ê bicivin û piştre rêbikevin. Dê saet 13.00’an de li Niseybîna Mêrdinê kom bibin û ber bi sînor ve bimeşin. Ji bilî BDP’ê ESP, sendîkayên ku giredayê KESK’ê, ÎHD’ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tevli Meşa Aştiyî dibin. Piştî kombûna çalakvanan dê heyete ku ji Dayikên Aştiyê, parlamenter, şaredar û nûnerên saziyên sivîl en civakî pek tê dê derbasî Herêma Kurdistana Fedaral bin û dê malbatên 7 sivîlan ziyaret bikin.
Bi hezaran kesên ku li Wan, Mûş, Agirî, Îdir, Bêdlîs û Qersê birêketin dê li Depîna Colemêrgê bicivin û berê xwe bidin sînorê Çelê. Her wiha çalakiya Mertalên Zîndî dê heya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dom bike.
DÎHA-AMED
ESP dê piştgiriyê bide meşa mertalan
Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP), diyar kir ku dê piştgirî bidin meşa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ya ku di 27 tabaxê de ber bi sînor ve pêk bîne.
Heyeta ji serok û revêberên ESP’ê yên Amed, Dîlok, Dêrsîm û Meletî pêk tê, diyar kir ku dê piştgirî bidin çalakiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), a meşa mertalên zindî ku dê îro pêk bê. Heyeta ESP’ê anî ziman ku ew ji bo beşdarî meşa KCD’ê ya ber bi sînor ve pêk bê amade ne û dê piştgiriyê bidin meşa mertalên zindî ya li dijî operasyonan.
Êrîşên hewayî li Londonê dê bên protestokirin
Dê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li paytexta Îngilîstan Londonê bi meşekê bê protestokirin. Wê meşa ku ji aliyê Meclisa Gel a Brîtanya, Fed-Bîr, Navenda Çandê ya Tovik, Malagel a Londonê, Navenda Çandê ya Bila Sed Kulîlk Bibişkivin, Roj Women, GÎK-DER, Meclîsa Ciwanan Ronî, Yekitiya Jinên Sosyalîst, Day-Mer. Dê meş saet di 14.00’an de li stasyona Manor House Underground dest pê bike. Wê di meşê de êrîşên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û astengkirina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re werin protestokirin. Saziyên ku meşê organize dikin banga tevlibûna meşê li Kurdistanî û demokratan kirin.