Di jiyana gelan de hin pêvajo, destpêk û pindên gelek girîngên ku di guhertina rewşa civak û siyasetê de, rolên bingehîn dilîzin, hene. Ev pêngavên ha ji bo pêşveçûnan dibin pêpilikên yekemîn û di nava rûpelên diraka gelan de tim zindî dimînin. Wek mînak; rola Serhildana Mazlûm Dogan, gireva birçîbûna 14 Tîrmehê, pazdehê tebaxê, pazdehê sibatê, baş tên zanîn ku di dîroka gelê Kurd de pind û destpêkên herî bi wate ne.
Ev Meşa Azadî jî, di berbanga serhildan, nûvejîna bihar û di nava wê de wek pêpilika Newroz pêk hat. Dîsa tê zanîn ku agirkerên tirk di pêşengiya AKP-Fetullah de bi çavsorî û xwînxwarî di ser gelê me de tê. Qetliam li ser qetlîamê, gaz, bombebaran, girtin, kuştin, provokasyon, dorpêçkirin, bangaşiyeke psikolojîk a qirêj dide meşandin. Lê divê ev çembera bêbext were parçekirin. Di vê pêvajoyê de, ev Meşa Azadiyê xaleke herî girîng, destpêka raperîneke nû û pêngaveke vekirina hemû deriyan e.
Lema; ev meş pîroz, ev meş bi wate, ev meş dîrokî, ev meş li dij hemû çavsorî û bêbextiyan, ev meş pêngaveke vêxistina çirûskên azadiyê ye. Ji wê hemû bêşdarên vê meşê bi siyaneteke giyanî pîroz dikim. Dibêjim xwezil bi dilê we. Hûn çendî serfiraz û azad in. Her bijîn! Wê serkeftin ya we û me be!
Li Almanyayê meşa yekem di bihara sala 1984 an de ji bo demeziranadina FEYKA Kurdistan, ji du baskan ve bi rê ketibû. Baskek ji Hannover, yek jî ji Hanau ê berê xwe dabû bajarê Bonnê. Ji serî heta binî tevê wê meşê bûbûm û min di nav beşa çapemenî û cihên razanê organîzekirinê de erkek pîroz wergirtibû. Disa di Meşa Dirêj ya ji Bonnê berê xwe dabû Brukselê de jî ji despêkê ta qedandinê di nav de bûm û erkên ket ser milê xwe pêk anî. Di meşa ji Karlsruhe berê xwe dabû Bonnê de jî min hin erkên giring wergirt wek cihê razanê organîzekirin. Di wan meşan de gelek bextewar û bi coş bûm.
Mixabin ku ji ber erkê xwe min nekanî ku ez di vê Meşa Azadiyê ya herî girîng û bi wate de cih bigirim, lema jî di dilê min de qurifandin û êşeke giran heye. Dema êvaran digihîjim mal û nûçeyên li ser meşê dixwînim, çavên min tijî dibin. Hima bigire xwe wek tewanbarek hîs dikim. Lê dilê min û giyana min bi can û dilsozên rêbaya zem û zemheriyê diqelêşin ku bikanin perdeya bêdengiyê ji hev tîştîşî bikin, re ye.
Kî wekî kekê Fewzî Ozmen xortê 68 salî ye. Kî ciwanê hîjdeh salî, kî nexweş û dil bi ar e. Lê ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd û azadiya Kurdistanê bi coş, hêvî û şahiya siberojeke azad û bextewar, rêyên di gelî, çiya û neqebên Siwîsre yên berfinî re civ dide, kêlî bi kêlî dipîvin. Ew hinek jî wê hest û giyana şehîd û gerilayên şilî û şepelî, sar û seqem a li serê çiyayên welatê me dijîn. Em yên nekanîn bi tevê wê coşa wan bibin, tenê ji vê serfiraziyê bêpar in. Her roj bi axîn hewesiya xwe bi wan tînin.
Em dizanin ku gelek serkarên ewropiyan hevparên parçekirin û dagirkirina Kurdistanê ne. Niha jî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî; ji girtin, kuştin û fetisandina Kurdistaniyan re çavên xwe digirin, Ji bo ku dengên axîn û hawara Kurdan neyê bihîstin, televizyoneke wek Roj tv bi awayeke bêbextî bêdeng kirin. Ji ber vê rûreşî û tewanbariya xwe, ji vê lehiya jiyan jê dipijiqe re çavên xwe digirin. Lê rika gelê Kurd wê dilop bi dilop jî be, her rêyên xitimî vebike, wê sûç û tewana wan li rûçikê wan bide.
Ev meşa dîrokî; dê sibe ne tenê di dîroka gelê Kurd wê di dîroka Ewropa û di ya cihanê de jî wek tevgera Spartakus deng vede û mora xwe ya bi wate dayne. Wê ev bêdengiya çapemenî û serkariyên welatên ewropî jî wek rûreşiyeka kolonyalîst û emperyalîst bibe lekeyeke li ser mil û eniya welatiyên Ewropa.
Careke din dibêjim; Xwezil bi dilê bêşdaran. Wê ev pêngava we ya dîrokî ronahî bide her derê, ji niha ve coş û hêviya gelê me derxistiye qadeke herî berz. Ji xwe gelê me yê li welêt ji zû ve li benda serhildan û piştgiriya Kurdên li Ewropayê bûn. Hin meşên dîrokî de cih girtin, gelek caran nikane bibe nesîbê herkesî, lema careke din xwezil bi dilê we! Ji we re serkeftin. Hûn serbilindî û serfiraziya me ne. Ji ber bêderfetan em tevê we nebûbin jî, lê bi giyan û dilê xwe ve her bi we re ne.
Meşa Azadiyê