Koma gerîla ya Gabarê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de koma gerîla di meha Gulanê de gihaştibû Herêmên Paratinê yên Medyayê jî amade bû. Di merasîmê de, Dêrsim û fermandarên komê der heqê armanca vê meşê de bi kurtî axivîn. Fermandarên komê dan xuyakirin ku ew li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermana tevgera xwe vekişiyane û ji niha û pê ve jî wê têkoşîna xwe li qada lê ye bimeşînin.

Piştî merasîma pêşwazîkirinê endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim bi komê re civînek lidar xist. Dêrsim bibîr xist ku wan meşa di 9. salvegera pêngava 1'ê Hezîranê de temam kirine, lê belê ji niha û pê ve jî wê bi heman giyana pêngavê hemû gerîla tevlî pêvajoya nû bibin û têbikoşin. Dêrsim ragihand ku pêngava 1'ê Hezîranê di pêvajoyeke gelekî girîng a dîrokê de pêk hatiye û anî ziman ku bi komploya navnetewî û êrişan hewl hatibû dayin tevgera me û gelê me tine bikin. Dêrsim da xuyakirin ku pêngava 1'ê Hezîranê ev hemû plan pûç kiriye.

Pêngava 1'ê Hezîranê

Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim da xuyakirin ku ji pêngava 1'ê Hezîrana sala 2004'an û vir ve weke gel û tevgerê Adil, Nûda, Ferhat, Gulbihar, Rojîn, Nûman û bi sedan hevalên xwe yên leheng şehîd dane û destnîşan kir, ku pêvajoya heyî nîşan dide ku berdêlên hatine dayîn ne belasebep bûye. Dêrsim diyar kir ku rêya rizgariyê ya gelê Kurd heta dawiyê vebûye û got, "Ji bo azadbûna gelê me, îro bingehek mezin ava bûye. Bi deskevtî û ezmûnên pêngava 1'ê Hezîranê re Rêberê me pêngaveke nû daye destpêkirin. Ev pêngava bi navê "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" di bingeha xwe de dewama pêngava 1'ê Hezîranê ye." 

ANF/BEHDÎNAN