Çeteyên DAIŞ’ê par, piştî berxwedana Kobanê ya efsanewî, li Bakurê Sûriyeyê derbên giran xwarin. Ji sedî 90´ê axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan hat paqijkirin.
Daxwazên azadî û guhertinê
Adara 2011’an dema ku gelên Sûriyeyê bi daxwaza azadî û guhertinê daketin qadan, desthilatdariya rejîma heyî ya Baasê jî hejiya. Ji ber ku rejîma Baasê li şûna azadî û guherînê, serî li rêbaza tepisandina bi zor û kuştinê da, şerê navxweyî yê îro dest pê kir.
Hêzên navneteweyî û herêmî ji vê rewşê sûd wergirtin, çalakiyên aştiyane yên ji bo azadî û guhertinê sabote kirin û rê li ber şerekî çekdarî vekirin. Di nava demeke kurt de du rêxistinbûnên bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê û Hikûmeta Neteweyî hatin avakirin; pere xwarin, ji hev de ketin, reviyan welatên Ewrûpayê. Piştî vê rewşê, êdî ji nava Artêşa Azad gelek komên çete derketin holê. Dema ku komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên dûvikê El Qaîdeyê ne, tevlî vê rewşê bûn, jiyan li gelên herêmê êdî bû dojeh.
Di vê rewşê de Şoreşa Rojava ji bo gel û baweriyên cuda bû hêvî. Li ser vê bingehê weke hêzeke leşkerî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û weke temsîliyeta gel û baweriyên cuda jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ava bûn.
QSD ava dibe
Hêzên YPG/YPJ, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Bûrkan El-Fırat, Tabûra El Reqa, Şems El Şimal, Tûgaya Selacîqe, Civata El Wiye El Cezîre, Ceyş El Siwar, Lîwai El Tehrîr û Lîwai 99 li hev kirin ku divê bersiv ji daxwazên azadî û guhertinê yên gelên Sûriyeyê re were dayîn. Bi danûstandinan tespîta ‘Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime’ hat kirin û bal hat kişandinî ser plan û projeyên hêzên navneteweyî û herêmî yên li ser Sûriye û Rojhilata Navîn.
Paşê roja 10’ê Cotmeha 2015’an, bi civîneke çapemeniyê 13 hêzên gel ên azadîparêz QSD ragihandin.
Pêngava stratejîk a Holê
Hê mehek di ser ragihandinê re derbas nebû, hêzên QSD’ê 31’ê Cotmehê dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Holê kir, ku ev bajarok li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê ye, xwedî girîngiyeke stratejîk e û ji aliyê çavkaniyên gaza xwezayî û petrolê ve dewlemend e.
Pêngavên Bendava Tişrînê û Xezeba Xabûrê
Pêngava duyemîn a hêzên QSD’ê jî ji bo paqijkirina herêmên li başûrê Kobanê hat lidarxistin. Ev pêngava Tişrînê di 23’ê Kanûna 2015’an de dest pê kir. Di çar rojan de ev pêngav bi ser ket, hêzên QSD’ê bi vî rengî xwe gihandin Bendava Tişrînê. Pê re qadek ji 60 kîlometreyî ya navbera Sirîn û Bendava Tişrînê ji çeteyan hat paqijkirin.
Ev bû derfet ji bo derbasbûna rojhilatê Firatê û destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê.
Hêzên QSD’ê 16’ê Sibata 2016’an bi navê ‘Xezeba Xabûrê’ ji bo rizgarkirina bajarê Şeddadê yê li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê pêngaveke krîtîk dan destpêkirin, û herêma Şeddadê bi temamî ji çeteyên DAIŞ‘ê hat paqijkirin. Bi vî rengî têkiliya navbera herêmên Iraq û Sûriye yên ji aliyê DAIŞ‘ê ve dagirkirî, hat birrîn. Di pêngavê de heta 22’ê Sibatê navenda bajarê Şeddadê, bajarokê El Erîşe, 47 gund û 315 gundik hatin rizgarkirin.
Pêngava Êlîn û Cûdî
Çeteyên DAIŞ’ê li Girê Spî sivîl hedef girtin û komkujî kirin, di nava sivîlên kuştî de 2 zarokên bi navê Êlîn û Cûdî jî hebûn. Hêzên QSD’ê bi navê Êlîn û Cûdî ji bo hilanîna tola pitikan pêngavek da destpêkirin. Şervanan berê xwe da başûrrohliatê bajarokê Silûkê, bakurê bejahiya Dêra Zor û çiyayê Kizwan. Bi vê pêngavê, rêyeke gelekî stratejîk a ji bo çeteyan hat birrîn û li dora Kantona Cizîrê û Girê Spî xeteke girîng a parastinê hat avakirin.
Tevlîbûn roj bi roj zêde bû
Li qadên hatin rizgarkirin, xwedîderketina gel a li şervanên QSD’ê û serketinên QSD’ê di heman demê de dibûn sedem ku komên nû tevlî wê bibin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku bi 13 koman dest bi meşa azadiyê kir, niha ji 32 koman pêk tên. QSD weke hêzeke stratejîk cihê xwe di nava koalîsyona navneteweyî de digire.
MAHÎR YILMAZKAYA / ANF / KOBANÊ