Doh saet 09:30’an ciwanên meşa dirêj a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûn serdana peykerê şehîdên Enfalê. Di serdana li navçeya Çemçemal de beşdarên meşa dirêj ji aliyê malbatên Enfaliyan ve hatin pêşwazîkirin. Ciwanan destegulek danî ber peykerê Enfalê. Di serdanê de li ser navê ciwanan Perwîz Rifet peyamek pêşkêş kir û got: “Di sala 1988’an de dijminên gelê Kurd Enfal li ser Kurdan pêk anî. Piştre sala 1999’an xwestin ku di kesayeta Rêber Apo de careke din Kurdan Enfal bikin, ji bo vê, divê em xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Sembola gelê Kurd

Her wiha Rêveberê peykerê Enfaliyan a Çemçemalê, Habîl Ehmed xêrhatina ciwanan kir û got: “Em piştgiriya çalakiya ciwanan dikin. Em xêrhatina we dikin ji bo hûn hatin vir. Apo sembola neteweya Kurd e. Ji bo vê heya em xwediyê ciwanên wek van ciwanên qehreman bin, ez bawer dikim ku siberojeke ronî li pêşiya gelê Kurd e.”

Meşa dirêj ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan ji Silêmaniyê ber bi Hewlêr ve dest pê kiriye. Ev meş bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hatiye pêkanîn. Niha çalakvanên meşa dirêj a ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve di roja xwe ya 4’emîn de ji Çemçemalê ber bi Kerkûkê ve ketine ser rê.


 BERHEM LETIF / SILÊMANÎ / ROJNEWS