'Hizir ne hate dîtin ne jî bi dest hatiye girtin!'
Welatiyê bi navê Zeynel Dede, diyar kir ku ji serdema Hz. Musa heya niha kevneşopiya "Rojiya Hizir" berdevam dike û piştî 3 rojên rojiyan li navçe û gundên Dêrsîmê Cem tê girtin. Dede, anî ziman ku ew bawer dikin ku Hz. Hizir hikum li hemû cihanê kir û wiha got: "Li gorî baweriya Kizilbaşan Hizir di van 3 rojan de xwe wekî rojekê sêwî, rojekê xizan û rojekê jî dil ketî nîşanda ye. Ji ber ku li cem kesên xizan û di tengasiyê de cih girt em jî hemû salan van 3 rojan ji bo wî yad dikin. Hizir Vadîm e, Sirri-Sirrullah e, Nebî ye, Weli ye. Nureke. Ne bi çav hatiye dîtin ne jî bi dest hatiye girtin. Ji ber vê yekê Hizir û Îlyaz Xidir musayîb e. Hemû salan di 6 meha gulanê de di bin guleke sor de rudinên û sohbetê dikin. Pişt re cuda dibin û diçin. Em jî ji bo Hizir di dawiya çileyê û serê sibatê 3 rojan rojiyan digirin. Cem tên girêdan. Di Cemê de hemû kesên tên cem hev. Em îbadeta xwe dikin û qurbanan serjê dikin. Bi vê yekê em ji ciwanên xwe re muradê dixwazin û ji malên xwe re jî bereketê dixwazin."
FERHAT ARSLAN-DÎHA/DÊRSÎM