Roja duyemîn a meşa bi peşengiya Jinên Ciwanên Azad tê lidarxistin, îro saet di 09:00 de li bajarê Remscheîdê destpê kir. Ciwanên ku tîşortên bi rengê kesk sor û zer li xwe kirin, di meşê de alên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “An azadî an azadî“, “Jin jiyan azadî“ qîriyan.Di meşê de ciwanan ji bo azadiya Ocalan belavok belav kirin. Hin hêzên faşîst jî hewl didin ciwanan bikişînin nava provokasyonê. Ciwanan li hemberî van provokasyonan dirûşmeya “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan“ qîriyan.
Hat ragihandin ku meşa ciwanan a îro wê bi 13 kîlometreyan dewam bike. Piştî meşê wê li ser dîroka Kurdistanê semînerek were dayîn.
REMSHEÎD