
Girseya ku şeva xwe li Gundikê Mele derbas kir, heta derengê şevê sitran gotin û govend gerandin. Her wiha bertekên xwe yên li dijî operasyonan bê navber bi dirûşmeyan anîn ziman. Girseyê li qada bajarokê şahî pêk anî, ciwanan jî li ketin û derketina bajarokê kontrol kirin û nasname kontrol kirin. Komek ciwan jî ruyê xwe girtin û li ser rê agir pêxistin. Pişt re sirûda „Ey raqip“ xwendin. Komê bê navber dirûşmeyên „An azadi yan azadi, „Bijî Serok Apo“, „PKK gel e, gel li vir e“ Û „Ev der asayişa KCK’ê ye“ berz kirin.
Çalakî dê bidome
Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, bertek nîşanî astengiyên Walîtiyê û leşkeran da û diyar kir ku heta operasyon bidomin dê çalakiya wan jî bidome. Tuncel, anî ziman ku gelê Kurd têkoşînek bi rûmet dide û gelê Kurd ji bo vê têkoşîna xwe ya azadiyê rastî hovîtî û îşkenceya xedar tê. Em operasyonan qebûl nakin û em dixwazin Birêz Ocalan muhatab bê girtin.“ Bi sedan mertalên zindî ku îşev li Gundikê Mele şeva xwe derbas kirin, serê sibê dîsa ber bi sînor ve derketin rê. Konvoya ku xwest ber bi gundê Zevyan, Deriyê Dawetiyan û Deriyê Bakur ve bimeşin niha ji aliyê qereqola cendirmeyan a Gundikê Mele ya Mîllî ve tên rawestin. Rageşiya li ber qereqolê didome.
Her wiha piştî ku leşkeran konvoy rawestand û rojê li serê Dayika Aştiyê Mekiye Gîrtî xist, xwest biçe ber siyê û bêhna xwe bide. Lê dema ku Girtî meşiya û çû ber siyê ket xwar û piyê wê şikest. Hevalên Girtî ew bi maşîneyê rakirin Şirnexê.
ŞIRNEX - DÎHA