Meşa Demokrasiyê dest pê kir
HDP'ê li Colemêrgê dest bi Meşa Demokrasiyê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li vir got, "Ev desthilatdarî darbekar e, talanker e." Baskê Edîrneyê yê meşê ji ber qedexekirin û êrişên polêsên Tirk, ji Stenbolê destpê kir û dîsa jî polêsên Tirk êriş kir û gelek kes girtin.
Baskê Colemêrgê yê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, endamên Meclîsa Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, parlamenter, endamên partiyê danê sibehê li ber avahiya partiyê li hev kom bûn. Parlamenter û endamên partiyê yên li avahiya HDP'ê bi dirûşmên "Bijî berxwedana HDP'ê", "Piştevaniya li dijî faşîzmê", "Darbekar AKP" pêşwazî li Sancar û heyeta pê re kir.
Polêsan dor li kolana avahiya partiyê lê girt. Polêsan bend danîn ser kolanên berê wan li avahiya partiyê ye.
Em dizanin li ber xwe bidin
Beriya destpêkirina meşê, Mîthat Sancar li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek da û got, "Meşa me meşa demokrasiyê ye li dijî darbeyê. Ev desthilatdarî heman rêbazên darbeya 12’ê Îlonê bi kar tîne. Dadgeriyê bi kar tîne, derfetên desthilatariyê bi kar tîne. Ev desthilatdarî darbekar e, talanker e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi azadî û demokrasiyê, ji bo azadiya welêt em li vir in. Şertê bivênevê yê demokrasiyê jî xwedîderketina li îradeya gel e. Gelê Colemêrgê bi rêjeya 65 ji sedî şaredarên xwe hilbijart. Desteserkirina şaredariyê, bicihkirina karmendê xwe, tunehesibandina îradeya gel e. Em ji bo vê îradeyê biparêzin li vir in."
Mithat Sancar di dewamê de bal bire ser rêûresma têkoşînê ya tevgera azadiyê jî û got, “Heta ku gelê me bi me re ye, serê me wê netewe, çoka me wê negihêje erdê. Em dizanin li ber xwe bidin. Heta niha zext û zilm gelekî li vê partiyê û hevalên me hate kirin. Lê belê em li ser piyan man. Niha jî dema serketinê ye. Dema avakirina aştî, edalet û azadiyê li vî welatî ye."
Piştî meşê Sancar û heyeta pê re ji bo dest bi meşê bikin ber bi wesayitan ve çûn. Lê belê polês li pêşiya wan bûn asteng. Di dawiyê de heyeta HDP'ê meşa xwe bi wesaîtan dewam kir û xelkê Colemêrgê jî ew bi dil heband û oxir kir.
Heta azadiyê wê dewam bike
Baskê Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê yê Edîrneyê li Stenbolê jî hate destpêkirin ku wê ber bi Enqerê ve biçe. Beşdarên meşê bi 36 wesayîtan ber bi Sîlîvriyê ve bi rê ketin. Li Umraniyeyê bi hinceta kontrolkirina nasnameyan li Can Parkê pêşiya wesayîtan hate birrî. Li Sîlîvriyê Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Endamên Meclîsa Partiyê hatin ba hev. Di navbera polêsan û heyetê de alozî çêbû. Polêsan êrişî çalakgeran kir, mase qulibandin û rêveberên bajêr ên HDP’ê jî di navê de herî kêm 5 kes kirin nezaretê.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beriya “Meşa Demokrasiyê” a baskê Edîrneyê li Sîlîvriyê daxuyanî da û got, “Em bi milyonan kes in. Li gelek bajarên Tirkiyê têketin û derketina bajaran li ser daxwaza îqtîdarê hat qedexekirin. Heke ev qedexe nebûna, îro wê bi milyonan em ji Edîrnê oxir bikira. Li Edîrneyê nûnerên bi milyonan insanî hene. Li Hepsa Edîrneyê û li gelek hepsên din îradeya bi milyonan insanî, parlamenter û hevşaredar girtî ne. Darbeyê li dijî partiya me dikin. Meşa me ya îro jî li dijî vê darbeyê ye. Ev meşa me li dijî darbeya li dijî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bi hezaran hevalên me ye. Ev meş heta aştî, demokrasî û azadî were vî welatî wê dewam bike.” COLEMÊRG/STENBOL