Meşa Dirêj a ciwanên Kurd a ji bo azadiya Rêberê Gel Abdullah Ocalan 8’ê Îlonê li bajarê Elmanyayê Bonnê dest pê dike.
Komîteya Haziriyê ya Meşê ragihand ku wan kara çalakiyê bi dawî kiriye. Piştî pevgihîna 8’ê Îlonê, 9’ê Îlonê meş roja pêşî li di navbeyna bajarên Bonn û Troisdorfê de wê pêk were.
Meş 10’ê Îlonê wê ji Troisdorfê heta bi Kolnê, 11’ê Îlonê ji Kolnê heta bi Leverkusenê û roja din jî wê ber bi Dusseldorfê ve biçe. Ciwan wê 13’ê Îlonê ji Dusseldorfê heta bi Monchengladbachê bimeşin. Ciwan piştî her meşê, êvarî li bajarên ku lê bimînin wê bernameyan çêkin.
BONN