Em 1’ê Sibat a 2012’an ji Cenevre ber bi Strasburgê ve meşiyan. Em „Meşvanên Azadiyê“ bi daxwaza azadiya birêz Ocalan û Kurd statuya xwe dixwazin ketin ser rê. Ribin sarmayê de, di bin berfê de, di rewşa hewayê ya bin sifirê re 20 pîleyî de em meşiyan ji bo azadiyê.
Li Ewropa vê demê ji ber sermaya dijwar zêdeyî 600 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê gelê Kurd ji bo azadiyê meşiya û ne sarma û ne jî berfê ev meş asteng kir. Meşa me bi moralekî gelekî bilind destpêkir. Û dema em dimeşiyan berf dibariya, rê bûz bu, hêdî hêdî em diçûn û bi rêçûna me pêlên avê ji bi mere dimeşiyan. Li ser rê, bi deh hezaran belavok hatin belavkirin û bi siloganan gelê Swîsre û gelê Fransayê bi armanca meşê hatin hişyar kirin. Her çiqas em diwestiyan jî, bi îradeyeke mezin û bi hêviyêke xurt me li ber xwe da.
Dikarim bêjim ku ev meşa dirêj ne meşeke asayî bû, zêdetir meşeke bi berxwedan bû. Ji ber ku em „Meşvanên Azadiyê“ bi hêviya gelê Kurd em meşiyan. Gelek kesan bawer nedikir, ku emê hewqas li ber xwe bidin. Lê bi berxwedana me, herî dawiyê çapemeniyê nûçeya mesa me weşand. Di dawiyê de me dît ku polisên Fransayê gelek caran riya me dur dikirin, bi hêviya ku emê dev ji meşa xwe berdin. Helbet ev provokasyon bu! Lê belê me meşa xwe berdewam kir. Ne sînor ne jî sarmayê dikaribû me ji armanca me dûr bixe. Yekcaran em di rojê de 40 km bi sitran û bi şahî ber Strasburgê ve meşiyan. Em bi sitrana Hozan Şemdîn ya ev „Dûnya Pir Mezine“ ber bi Lozanê ve meşiyan û meşvanên azadiyê hesab ji Lozanê pirsîn. 1924’an li Lozanê welatê Kurdan hate parçe kirin. Lê belê meşvanên azadiyê, di sala 2012’an de li Lozanê hesabê dîrokê pirsîn û rûpeleke nû ji gelê Kurd re nivîsandin.
Karwanê azadiyê li deşt û çiyan dimese heya azadiyê... Di rojên meşê de beriya em dest bi meşa xwe bikin serê sibehê marşa Çerxa Şoreşê me bi hev re digot û karwanên me dest bi meşê dikirin. Di her navberekê de ji bo ku em germ bibin, govend dihatin girtin.
Serkêşên vê meşa jî dayik bûn. Ez niha dixwazim bîraninekê bi were parve bikim:
Bi slogana ku meşvanan digot: „Es lebe PKK“ dayikan ji digot; „Aslê me PKK“ Dayikên Kurd bi sloganên xwe îradeya xwe diyar kirin. Her çiqas rê dûr bû jî bi kêf xweşî em dimeşiyan û meşvanên azadiyê êdî bûn weke malbatekê. Piştî vê sarmayê û me hemû zahmetiyên xwe û êşa xwe bihev re parvekir. Malbata meşvanên azadiyê mezin bû û êdî heta azadiya birêz Ocalan û gelê Kurd emê meşa azadiyê berdewam bikin.
Ez gelek sipas dikim ji bo malbata meşvanên azadiyê, herwîha ji bo hemû malbatên ku em tenê bernedan û çapemeniya azad û rêxistinên ku ev meşa me organize kirin û em tenê nehiştin.
Hêvîdarim ku sala 2012’an bibe sala azadiya birêz Ocalan û ya gelê Kurd
Meşa Dirêj