
Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn, Meşa Dirêj a 11'ê Sibatê ji Balafirgeha Arlandayê dan destpêkirin, pêr li navenda paytext Stockholmê bi mîtîngekê qedandin. Girseya gel ji bajarokê Sollentûnayê dest bi roja duyemîn a meşê kir û li ber sirûd û stranan ketin nava bajarê Stockholmê. Dema ku girse gihîşt navenda bajêr, coş û kelecan zêde bû. Meşvan li Meydana Sergelê ji aliyê girseya gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Çalakgeran li vir govend gerandin û sirûdên bi Kurdî gotin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Kujer Erdogan", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
STOCKHOLM