Bi dirûşma ‘Efrîn dîsa jî Efrîn’ bi malbatên şehîdan û bi hezaran kes daketin qadan û bi munasebeta nêzikbûyina salvegera êrişên li dijî Efrînê, dirûşmeyên serîhildanê gotin.

Di navê de malbatên şehîdan jî bi hezaran kes li Gundê Til Qirah ê Kantona Şehbayê daketin meydanan û bi minasebeta nêzikbûyina êrişên li dijî Efrînê, dirûşmên serîhildanê gotin. Meşê ji Dibistana Gundê Til Qirehê dest pê kir û li Meydana Meclîsa Malbatên Şehîdan werguherî mîtîngê. Pankarta ‘Dagirkerî wê bi hêza jinê hilweşe’ hat hilgirtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş, li ser navê Rêveberiya Efrînê Şîraz Hemo, li ser navê Rêveberiya Giştî jî Merwan Mihemed axivîn. Di axaftinan de têkoşîna Leyla Guven hat silavkirin û peyama dewamkirina têkoşînê li dijî pergalên faşîst û dagirker, hat dayîn.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Serdemê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

JINNEWS / ŞEHBA