Meşa HDP´ê li dijî darbeyê
Ji ber meşa HDP'ê ya ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqerê ve îro destpê dike û 20 mehê li Enqerê bi dawî bibe, rêyên meşê û bajarên bikeve navê hatine qedekirin. Her wiha beriya meşê bi rojekê, ango doh avahiya HDP'ê ya Beyogluyê ji hêla polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin. Li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr wesayitên zirxî yên polîsên Tirk têne sekinandin.
Hevseroka Bajêr Elîf Bulut got polîsan gotiye ji ber 'daxuyaniya çapemeniyê' ew hatine. Bulut got, li gel ku wan gotiye daxuyaniyê nadin jî polîs venekişiyane û diyar kir beriya meşa wan polês dixwaze dor li HDP'ê bigire.
HDP'ê bû tirsa dilê faşîzmê
Beriya meşa HDP'ê ya ber bi Enqereyê ve, piştî biryara qedexeyê ya li Colemêrg, Wan û Tekîrdagê, li Şirnexê jî "çalakî û xwepêşandanên" li bajêr li gel ketin û derketina nava bajêr hatin qedexekirin.
Walîtiya Şirnexê, beriya meşa HDP'ê ku wê ji Colemêrg û Edeneyê dest pê bike, 15 rojan çalakî û xwepêşandanên li bajêr qedexe kir. Ji bo qedexeyê jî şewba koronayê bahane hat nîşandan.
Biryarên bi heman rengî li Colemêrg, Wan û Tekîrdagê jî hatibûn wergirtin.
Walîtiya mêhtinger a Wanê beriya meşa HDP'ê ketin û derketina nava bajêr qedexe kir. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Okkeş Kawa got, ew ê pêşwaziyê li şandeyê bikin.
Em ê şandeya xwe pêşwazî bikin!
Kawa got, "Ev gav ji bo astengkirina HDP'ê hatiye avêtin. Li Wanê jixwe qedexeyeke domdirêj heye. Di nava Rewşa Awarte de rewşeke din a awarte ava kirine. Em ê serdanên xwe yên mal û esnafan bidomînin.
Kawa diyar kir ew qedexeyê qebûl nakin û got, "Em ê li petrola Hîtîtê wekîlên xwe pêşwazî bikin.
Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê
HDP meşa demokrasiyê îro ji Edîrneyê destpê dike. Li Edîrneyê Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş rehîngirtiye. Ya din jî Colemergê destpê dike ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven lê bûbû wekîl. Meş 20'ê Hezîranê li Enqerê wê biqede.
Têkilî meşê wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel axivî. Temel diyar kir ku sedema sereke ya meşê ne ji wekîltiyê xistina wekîlên wan e, ji bo ku ji desthilata nebaş a AKP'ê re bibêje, rawest û ji bo li dijî hewldana desteserkirina vîna gelan dimeşin.
Temel ji wekîltiyê xistina wekîlên HDP'ê weke darbe û desteserkirinê nirxand, got, îdîanameyên di dosyayê de yên wê zihniyetê ne ku plangeriya 15'ê Tîrmehê kirine û diyar kir desthilata AKP-MHP'ê berdewama hişmendiya darbekar tîne. n NAVENDA NÛÇEYAN