ROZANA DADO / EHMED REŞÎD / ANHA / EFRÎN


Welatiyên herêma Raco tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew ê meşa ji bo azadiya Ocalan bidomînin.

Li herêma Raco ya Kantona  Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan meşek hat lidarxistin. 

Ji xwepêşandêran, Ebdulhenan Mihemed Ismaîl da zanîn ku ew dixwazin serhildanên gelê Kurd ên li dijî komployên dijmin vejînin û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Ismaîl bêdengiya rêxistina CPT li hemberî rewşa Ocalan şermezar kir û got, ew ê têkoşîna ji bo azadiya Ocalan bidomînin.

Hena Mihemed jî diyar kir ku Ocalan doza mafên jinê kir û got: “Heta Ocalan azad nebe, jin azad nabe. Ji ber vê yekê em ê her li meydanan bin heta Rêbertî serbest bê berdan”.



Mehmûd Reşîd jî siyaseta Erdogan şermezar kir û got, her çiqas eskerên Tirk li ser sînorê herêmên Kurd bêne bicihkirin, ti carî vîna gelê Kurd nayê şikandin.



Zeyneb Seydo jî destnîşan kir ku Erdogan kiryarên qirêj li hember gelê Kurd pêk tîne û wiha domand: “Em ê berxwedana xwe bidomînin, da Ocalan serbest were berdan û jiyana azad were avakirin”

Sedet Murad jî anî ziman ku tevahî gelên herêmê beşdarî meşa ji bo azadiya Ocalan bûne û got, ew ê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bidomînin.