Bi hezaran kes doh sibehê li meydana ‘kampa avhewayê’ li hev civiyan û berê xwe dan kana madenê ya li herêma Ruhrê. Kana komirê sîh kîlometreyan dûrî meydana kampê ye. Dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna çalakger ber bi kanê ve dimeşiyan.

Ev Kana hanê li devereke ji sed kîlometreçargoşeyî hatiye avakirin. Ji aliyê koma elektrîkê ya Elman RWE´yê ve tê bikaranîn.

Çalakger bi banga tevgera ‘Ende Gelaende’ li hev civiyan û dirûşmên “Kes nikare me asteng bike, dinyayeke din pêkan e” digotin. Rêgeha çalakiyê nayê eşkerekirin ku haya gelek çalakgeran jê nîne.

Piştî bangên rojên dawî yên ji bo bêîteatiya sivîl, tê payin ku kana madenê pêl bi pêl bê dagirkirin.

Ji sala 2015’an û vir ve li dijî vê kana komirê çalakî tên kirin, lê hejmara vê carê ya çalakgeran zêde ye ku tevgera Fridays for Future jî piştgiriyê didiyê.

Tevgera hawirdorparêz “Fridays for Future” her wiha li bajarê Aachenê çalakiyek pêk anî. Tê payin ku nêzî bîst hezar kesan ji şanzdeh welatan tevlî ‘Meşa Ewrûpayê’ bibin.

 

DUSSELDORF