Meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Doh gelê Efrînê û Şehbayê ji bo rûreşkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û guherandina demografiya wir li navçeya Şehba Fafînê meşeke girseyî lidarxist.
Bi hezaran gelê Efrînê û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Efrînê, saziyên sivîl ên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan navçeya Fafîn û beşdarî meşa şermezarkirina dagirkeriya Tirk bûn. Meş ji navçeya Fafîn dest pê kir heta kampa Berxwedanê dewam kir. Meşvanan alên TEV-DEM, Kongreya Star, Meclîsa Kantona Şehbayê, YPG/YPJ′ê û pankartên “Meclîsa Entabê meclîsa xayînan e″, ″Rûsya û Tirkiye şirîkên parçekirina Sûriyê ne û″Em bêdengiya navneteweyî şermezar dikin”″hildan. ŞEHBA