Li Tirkiyê bi her pêşketinên siyasî û civakî re aloziya heyî hên kûrtir dibe. Li hemberî vê yekê tu vîneke siyasî ya çareserker jî xuya nake. Desthilatdarên Tirkiyê, Partiya Dad û Pêşketinê (AKP) şerê li Bakurê Kurdistanê, bi destpêkirina aloziya li Sûriyê ve veguhestin Rojavayê Kurdistanê. Di bin propagandaya qaşo ‘têkbirina rejîma Esad’ de hemû hêza xwe ji bo têkbirina destketiyên Kurdan ên li Rojava bikaranîn û bikartînin. 

AKP’ê di heman demê de li Bakur bi navê pêvajoya çareseriyê, siyaseta lawazkirina têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rê ve bir. Bêguman, Tevgera Kurdî, pêvajoya çareseriyê wek lihevhatina bi dewletê û mîsogerkirina mafên Kurdan ên civakî û siyasî hilanî dest. Lê li hember vê yekê, AKP’ê bi şêwazên zirav ji bo jiholêrakirina destketiyên Kurdan her cûre pratîk pêk anî...

AKP û serokê wê yê pratîkî Recep T. Erdogan ji bo hebûn û siberoja xwe di polîtîkayên tunekirina vîn û destketiyên Kurdan de bi israr in. Berdewamiya dewletê bi tunekirina vîna Kurdan û pêşîgirtina statûyekî siyasî yê Kurdî ve girêdane. Xwedîstatûbûna Kurdan wek hilweşîna dewletê dibînin. Bi vî psîkolojiyê şîdet, êşandin û komkujiyan li ser Kurdan ferz dibînin. Komkujiya Pîrsûsê jî bi motîvasyona vê feraseta AKP’ê, Erdogan û ya dewleta Tirk a dijkurd pêk hat...

Komkujiyê nîşan da ku AKP, Erdogan û dewleta Tirk hê jî bi çavekî dijminane li hebûn, vîn û mafên Kurdan ên neteweyî mêze dikin û aştiyeke ku maf û vîna Kurdan tê de hebe, qebûl nakin.

Raya giştî ya cîhanî û ya Tirkiyê gişt dizanin ku AKP û Erdogan heta îro piştgiriyê didin DAÎŞ, El Nûsra û komên din ên hov ên cîhadîst; çek didin, perwerde dikin û tu rexne li komkujiyên ew pêk tînin, nakin... 

Herwiha daxuyanî û helwesta partiyên siyasî jî rastiya aktorên rejîma dijkurd pirr zelal radixe ber çavan. Partiya Komarî ya Gel (CHP) a ku di destpêkê de parlamenterên xwe şand Pirsûsê, mesajên însanî da raya giştî û polîtîkayên AKP’ê yên li Sûriyê rexne kir jî wexta mesele kete cidiyetê, dîsa bi hişmendiya xwe ya dewletparêz li hinda AKP’ê sekinî.

Partiyên rejîmê (AKP, CHP û MHP) gişt bi hev re li hember komkujiyê helwesta xwedîderketina dewletê nîşan dan. Li şûna mesajên vemirandina êşa xelkê û çareserkirina pirsgirêka sereke ya li Tirkiyê, pirsgirêka Kurd, gotinên wek “dewleta me, yekîtiya me” derxistin pêş. Bi vegotinên gilover, xwestin hestên xelkê yên li dijî hovîtiyê gur bûne, vemirînin û bi kelîmeyên cûda heman tişt anîn zimên... 

Li gel vê yekê; tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo niqaşkirina pêvajoya çareseriyê, Rojava û DAÎŞ’ê banga kombûna bi lez a parlamentoyê kir. Lê di serî de CHP’ê û tevahiya xwediyên din ên rejîmê bersiva neyînî dan vê bangê. Aktorê hêzên rejîmê hevdu digirin û li dijî Kurdan bi hev re tevdigerin, li hember êşên Kurdan xwe kerr û lal dikin.

Vê helwestê careke din nîşan da; ku li Tirkiyê bi partiyên rejîmê tu guhertineke demokratîk pêş nakeve. Ne ji AKP’ê û ne jî ji CHP û MHP’ê ji bo guhertina rejîmê û pêşxistina demokrasî û mafên mirovan tu xêr nayê. Temenê wan bi hevdu re girêdayî ye û ew ê bi hev re di bin kavilê rejîmê de bimînin. Demokrasî, azadî û wekhevî wê bi têkoşîna Kurdan û ya hêzên demokrasiyê pêk bê.

Serdestên Tirk û DAÎŞ’ê mesaja mirin û tunekirinê dan, lê li hemberî wan Kurd û dostên wan mesaja têkoşîna jiyanê ya hevpar a xelkan didin. Şehîdên Pirsûsê jî mesaja vê yekê dan. Wan xwestin bi hestên xwe yên pak birînên zarokên Kobanê derman bikin û ev mesaj gihîşt xelkên li Tirkiyê, Rojava û Rojhilata Navîn giştan. 

Wekî dilê wan, dilên bi sed hezaran kesên tevlî merasîmên rakirina cenazeyên wan bûyî jî bi şoreşa Rojava re hên gurtir avêt û diavêje. Ji ber vê yekê; ne rejîma Tirk û ne jî hovên DAÎŞ’ê wê bikanin pêşiya piştevaniya xelkan û xwedîstatûbûna Kurdan bigirin...