AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN
Rojnamevan Metîn Duran ê ji sedî 93 felc bûyî, piştî ku 6 mehan tevî nexweşiya xwe girtî ma, hat berdan û vegeriya mala xwe ya li Nisêbînê. Malbata Duran ku bi berdana Metîn gelekî şa bû, xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Xebatkarê Radyo Rengîn, Metîn Duran ji sedî 93 felc bûye. Ew 6 mehah girtî ma û hîna nû hat berhdan. Metin Duran, li navçeya Mêrdînê Qoserê di Radyo Rengîn de ku bi biryarên Rewşa Awarte hat girtin, dixebitî. Beriya bê girtin, ji ber celta dil felc bû. Piştre ji ber dozeke der barê wî de di 30’ê Adarê de hatibû girtin. Metîn Duran 5 meh û 15 rojan tevî halê felcbûyî, girtî bû. Duran 17ê Îlonê hat berdan. Dûran piştî kampanyaya li ser medya civakî hat serbest kirin. Piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare li girtîgehê bimîne” Metîn Duran serbest hat berdan. Duran li Girtigeha Sincanê girtî bû, piştî ku rojekê li nexweşxaneya Enqereyê derman bû, vegeriya Nisêbînê. Malbata Duran bi berdana Metîn gelekî kêfxweş bû û xwest hemû girtiyên din ên nexweş bên berdan.
Hemû girtiyên nexweş berdin
Zeydan Duran anî ziman ku piştî birayê wî hat girtin, ew jî li gel wî di girtîgehê de ma û ji ber vê yekê di milê derûnî de gelek zor û zahmetî lê peyde bûne û wiha peyivî: “Ti ferqa qawîşa nexweşxaneyê û girtîgehê ji hev tine ye. Em bi cezayekî 2 bira hatin cezakirin. Lê baş e, em îro vegeriyan mala xwe. Şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyan pirr xerab in. Ji ber vê yekê, em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan û vegerin malên xwe. Kesên sax jî li girtîgehê nexweş dikevin. Kesên nexweş bêhtir nexweş dikevin. Dema ez li cem Metîn girtî bûm, min rewşa girtiyên nexweş bêhtir fêm kir. Her roj girtiyên nexweş dihatin nexweşxaneyê. Lê rastî muameleya mirovî nedihatin. Bi taybetî wergirtian raporê ji ATK’ê êşkence ye.