Mîhrîcana ku bi hevkariya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi şîara “Gelê li ber xwe dide, sînemaya berxwedêr” tê lidarxistin, bernameyê xwe bi civîna çapemeniyê ji raya gişîti re ragihand. Civîn li salona meclîsa şarederiyê hat lidarxistin û hevseroka Şarederiya Batmanê Hurriyet Kaytar, cîgîra Hevserokan Semra Guneş û xebatkarên Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn jî tevlî civînê bûn. Semra Guneş derbirî ku li dijî rûxandin û hilweşandina modernîteya kapîtalîst li her warê jiyanê ew ê têkoşin.


80 kurtefîlm, 12 senaryo

Semra Guneş derbarê armanca lidarxistina mîhrîcanê de got, festêval di navbera çandan de dibe pirek û bi misyona anîna cem hev a sînemagerên Kurdî û gel radibe. Guneş axaftina xwe wiha domand: Mîhrîcana me ji bilî nîşandana fîlman dixwaze li pêvajoya hilberînê ya sînemageran bibe meydaneke bipêşxistinê û her wiha ji bo perwerdekirina ciwanên elaqedarî sînemayê çalakiyên wekî sazkirina kargeh, pêşandan, hevpeyvînan li dar bixe.” 

Guneş da zanîn ku heta niha di beşa kurtefîlman de 80 berhem, di beşa senaryoyê de 12 berheman miracaetî mîhrîcanê kiriye û got, mêvana rûmetê ya îsal keça Yilmaz Guney Elîf Putun e. 


 BATMAN