Salek di ser erdheja dijwar a Kirmaşanê re derbas bû, lê hîna jî mexdûrên erdhejê di konan de dijîn û birînên wan nehatine dermankirin.
Şeva 12’ê Mijdara 2017’an, di seat 21.48 deqeyan de erdhejeke dijwar a bi şideta 7.3’an çêbû.
Navenda erdhejê navçeya Ezgele ya parêzgeha Kirmaşanê bû. Di encamê de zirar û ziyana mezin li Serpêlî Zehaw, navçeya Qesri Şîrîn, Gîlana Xerb, Şabad, Kirin, Sumar, Neftşar, Ciwanro, Riwanser, Pawe li Rojhilatê Kurdistanê û bajarokê Derbendîxan û Helebceya Başûrê Kurdistanê bûn.
Heta niha jî hejmareke zelal a mirî û birîndaran nîne. Li gorî hejmara rejîma Îranê eşkere kirî 623 kes mirin û 9 hezar û 388 kes jî birîndar bûn. Lê li gorî agahiyên ji herêmê, hejmara miriyan hezar û 700 bûye.
Rejîmê pêdiviyên xelkê dabîn nekirin û xelkê Rojhilat bi xwe ji bo zad û pêdiviyên mayî seferber bû alîkarî gihandin Kirmaşanê. Ji bo çêkirina malên wan û asayîkirina rewşa welatiyan hîna jî rejîmê karek nekiriye û welatî di konan de dijîn.
HELEBCE