Rojnamevan Elizabeth Tsurkov li ser reaksiyonên xelkê yên li ser kuştina serekçeteyê DAIŞ´ê Ebûbekir el-Bexdadî agahî parve kirin. Wê got, ew bi yekî ji rûspiyên eşîra Şeytat a li Dêra Zorê re peyiviye û wî jê re gotiye, “Xizmên kuştiyan hinekî be jî rehet bûne, hinek ji daxwaza wan a tolhildanê bi cih hat.” DAIŞ´ê ji vê êşîrê ji ber serhildana wê 650 mêr kuştibûn.

jineke Ereb a ji Mûsilê ya ku bi darê zorê bi çeteyekî DAIŞ´ê re hatibû zewicandin, û vî DAIŞ´iyê gelek caran dest avêtibûyê, ji Elizabeth Tsurkov re gotiye, “Ez şa me. Min hêvî dikir roja mirina wî bibînim. Mejiyê wî tije bû ji fikrên kirêt û qirêj.”

Yek ji jinên Êzîdî yê ku xwe ji fermanê xilaskiribû û xwe gihandibû çiyê, û li wir hindik mabû ji têhna bimire, belê YPG´ê ew ji mirinê xilas kiribû jî dibêje, “Ev mizgîniyeke pirr xweş e ku kêf û şahiyê bi xwe re tînê. Ev tolhildana tişta DAIŞ´ê anî serê jinên Êzîdî û civaka Êzîdî ye.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN