
Malbatên ku ji Îran, Sûriye û Herêma Federal a Kurdistinaê hatin û nekaribûn cenazeyên xwe wergirin, wergirtina cenazeyên zarokên wan li wan vegeriya îşkenceyê. Malbatên ku berê carekê hatin serî li dozgeriyê dan û di cara 2'emîn de piştî cenazeyên xwe wergirtin jî dîsa vê carê li deriyê sînor hatin rawestandin. Niha jî dozger li sînor ji malbatan dixwaze ku ji sefaretxaneya welatên xwe belgeya "Kurê wî ango keça wî şexsî ye" bistînin. Lê hate zanîn ku malbatên ji Sûriye û Îranê tên an nikarin vê belgê bistînin, an jî demek dirêj li sînor tên rawestandin. Malbatan da zanîn ku ev yek li wan dibe îşkence. Hate zanîn ku malbatên nekaribin cenazeyê xwe bigirin û belgeyê negirin jî dê walî biryarê bide ku cenaze li ku bê veşartin. Hate zanîn ku dê cenaze li goristanên bêkesan bê definkirin.
Pirsgirêkên malbat dijîn
Der barê pirsgirêkên ku malbat dijîn Serokê Giştî yê MEYA-DER'ê Huseyin Kugu, anî ziman ku êdî wergirtina cenazeyan li malbatan dikin îşkence. Huseyin Kugu, da zanîn ku cenazeyên endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest didin dibin bajarên dûr û demek dirêj nadin malbata wan. Kugu, anî ziman ku bi vê rêbazê hem li cenazeyan û hem jî li malbatan îşkenceyê li wan dikin. Kugu, bilêv kir ku wergiritna cenazeyan li malbatan dike îşkence. Kugu, daxuyand ku di salên 1990'an de bi hezaran malbatan nekaribûn cenazeyên xwe wergirin û wiha axivî: "Hem li malbatan û hem jî li cenazeyan îşkenceyan dikin. Cenazeyan perçe dikin û dişewitînin. Dest pî û guhê wan jê dikin. Bedena wan perçe dikin. Bi îşkenceyê dikujin. Ji bo malbatan jî gelek zor û zahmetiyan derdixin û cenaze nadin wan. Heta ku didin wan jî dilê malbatan reş dikin. Wergirtina cenazeyan li malbatan dikin îşkence. Endamekî HPG'e ku li Colemêrgê tê kuştin, cenazeyê wî dibin Erziromî Meletiyê. Malbat bi tena serê xwe diçin. Malbatên ku serî li me MEYA-DER'ê didin jî em bi hevre diçin." Kugu, bilêv kir ku malbatên ji Îran, Sûriy û Herêma Federal a Kurdistanê ten jî rastî astengiyên nû tên û wiha berdewam kir: "Ji malbatên HPG'ê yên ji dervê welat tên ji wan belgeyan dixwazin. Dixwaze ku sefareta wî welatî bêje ev kes keç ango kurê wan e.
Kugu, destnîşan kir ku hêj 15 malbatên endamên HPG'ê cenazeyên xwe nas nekirine û hêj 15 cenaze li Meletiyê tên hiştin. Kugu, da zanîn ku nêzî mehekê ye hewl didin ku cenazeyan wergiririn lê ji ber ku cenaze hatine şewitandin û perçekirin malbat nas nakin. Kugu, bilêv kir ku ji ber cenaze nayê naskirin piştî testên DNA cenaze tên naskirin û piştî cenaze tên definkirin dîsa tên derxistin û hev nayê qebûl kirin. Kugu, daxuyand ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî de hin malbatan serî li rayedaran dane û malbatên mayî jî dê biçin serî li dozgeriyan bidin.
DÎHA/AMED