
Piştî re operasyonên bi navê KCK'ê li qada çapemeniyê, hiqûq, parêzvanên mafên mirovan û gelek qadên din pêk hatin û bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, parêzer û sendîkavan û parêzvanên mafên mirovan hatin girtin. Hejmara kesên hatin girtin ewqas zêdebûn hejmara zelal nayê zanîn. Wezaretê Dadê hejmara girtinan hezar û 100 kes diyar kirin lê daxuyaniyên BDP'ê hejmara kesên hatin girtin 8 hezarî derbas bûn diyar kir. Aliyê bûyerê yek ev e. Aliyekî din ê bûyerê jî siyasetmedarên Kurd ên nehatin girtin lê fîrar in diçin Herêma Ferderal a Kurdistanê ye. Hejmara siyasetmedarên Kurd ên derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn 200 kesan derbas bûn.
Xebatên siyasî li vir jî didominin
Nûnerên BDP'ê yê Hewlêrê Mehmet Alî Aydin operasyonên bi navê KCK'ê weke operasyonên qirkirina siyasî binav kirin û wiha got: "Bi deh hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Bi hezaran hevalê me jî ji bo neyên girtin li qadên cuda xebatên xwe dimeşînin. Hinek çûn Ewropayê hinek çin welatiyên din. Ji ber bêhiqûqiyê gelek hevalên me li ser erdniyariyên cuda ji welatê xwe dûr dijîn. Gelek hevalên me hatin Herêma Federal a Kurdistanê. Heya niha 150 hevalên me li vir in. Têkiliya me bi piranîna wan heye. Lê hêj hevalên me yên me têkilî pê ne danîn hene. Ji ber vê yekê hejmareke zelal tuneye. Lê em texmîn dikin ku hejmara wan 200 kesan derbas dibe."
Nikarin derkevin derveyî bajar
Endamê Meclîsa Bajar ê Geverê û ji ber dozên KCK'ê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûyî Şefîk Soydan, diyar kir ku 3 caran bi ser mala wî de girtin lê ji ber ku ew li malê nebû ji operasyonê xelas bû û niha nizane bi çi tê sûcdarkirin. Soydan, anî ziman ku ji ber vê yekê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû û li wir rastî gelek pirsgirêkên cuda tên û wiha got: "Li vir nîştecihbûnê jî nadin. Niha em li vir bi derfetên xwe 3-5 heval di malenekê de dijîn. Ji ber ku rûniştina me tuneye em nikarin derbikevin derveyî bajar û ev yek qedexeye. Li şûna belgeya rûniştinê kaxiza YN'ê ya 'serlênda girt' heye. Bi vê belgeyê heval bi vê yekê digerin. Ji bilî vê yekê hemû heval pirsgirêkên aborî dijîn. Derfetên kar tunene. Ya herî girîng jî destûra rûniştinê ye. Em bi alîkariyên malbat ji me re dişînin debara x we dikin."
Malbatan jî nerehet dikin
Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê yê Sêrtê Alî Kayar ên 15 sal cezayê girtîgehê girtî jî diyar kir ku li şuna neheqî di girtîgehê de bimîne derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Kayar, anî ziman ku her tim malbata wî ji aliyê polîsan ve tê nerehetkirin. Serokê Lijneya Kontrolkirinê yê Komeleya Çand û Hûnerê ya Geverê yê berê Samî Gunduz jî diyar kir ku ew ji ber operasyonên siyasî weke hevalên xwe yên din penaber bû û wiha got: "Pirsgirêka herî mezin a em li vir dijîn a nîştecîhbûnê ye. Kesên li herêmê rûnenin an belgeya wan neyî nikarin malê ji xwe re bigirin û kar bikin. Em pirsgirêkekî wisa dijîn. Ez 9 mehin li vir im. Lê hêj min ev pirsgirêk çareser nekiriye. Ligel vê yekê pirsgirêkên aborî hene. Neçarim malbat alîkariyê dide min. Lê rewşa wan jî nebaş e."
DÎHA/HEWLÊR