Li Wanê piştî di 23’ê cotmehê de erdheja hêza wê 7.2 pêl û di 9’ê mijdarê de erdheja hêza wê 5.6 pêk hat, bi hezaran mal hilweşiyan û 644 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku bi hezaran avahî derizîn û zerar dîtin û her roj diheje, bi 10 hezaran mirov li derve man û di çadirên naylonî de dijîn. Ji ber şert û mercên zivistana dijwar û serma gelek zêde gelek welatiyên mexdûrên erdhejê rêya çareseriyê di koçberiyê de dîtin.
Bi 10 hezaran mirov dest bi koçê kirin û berê xwe dan Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Aydin û gelek bajarên din. Koçberî hêj didome û ji niha de cih di otobusan de nemaye. Otobusên ku welatiyên Wanê dikişîne, ji Wanê tije derdikevin, lê vala vedigerin Wanê. Bajarekî herî zêde koçên Wanê digire Îzmîre. Li Otogara Îzmirê (İZOTAŞ) bi sedan welatiyên koçber kirin hatin li vir kom bûn. Rayedarên Fîrmayên Wanê, diyar kirin ku hefteyan in welatiyan ji wanê dikişînin û dibin bajarên mezin. Midûrê Bikaranîna Otobusan a Fîrmaya Wan Golu ya Îzmirê Metîn Gul, anî ziman ku ew ji Wanê rêwiyağn dibin gelek bajarên Tirkiyeyê û wiha got: „Piştî erdhej pêk hat ji sedî sed rêwî zêde bûn. Koçberiyek gelek mezin dest pê kir. Welatiyên Wanê bajar terk dikin.

‘Sefer du qat zêde bûn’
Gul, anî ziman ku beriya erdhejê ji Wanê rojê 10 sefer dibirin Stenbolê, Seferek dianîn Îzmîrê û wiha got: „Piştî erdhejê sefer ji sedî 100 zêde bû. Me sefer duqat zêde kir, lê dîsa têrê nake. Ji niha de bilêt nemane. Heta 30’ê mijdarê hemû bilêt hatine firotin. Êdî otobus terê nakin. Êdî em ji Wanê rojê 30 otobusan radikin. Lê disa têrê nake. Piştî erdhejê 50 otobus ji Wanê hatin. Kesên piştî erdhejê hatin Îzmîrê ji bo demsala zivistanê li vir derbas bikin hatin vir.“
Nûnerê Fîrmaya Best of Van Turê Faysal Aydin jî anî ziman ku piştî erdhejê sefer 2 qat zêde bûne û koçek mezin dest pê kiriye. Aydin, anî ziman ku welatiyên koçber dikin gelek rewşa wan a aborî pir xerab e û gelekan ji wan bê pere digirin. Piştî erdhejê otobusên ji Îzmire diçin Wanê rawestiyan. Lê otobusên ji Wanê tên vir 2 qat zêde bûn. Li gel hemû otobusên me seferê dikin, dîsa otobus têrê nake û koçek mezin dest pê kiriye.“

Hewa germ bibe emê biçin 

Malbata Sokmen a ku 60-70 sal berê ji Îranê koçar kirin û piştî erdhejê jî ji Wanê koç kirin, niha hatin Îzmîrê û li cih digerin. Dayika 4 zarokan Emine Sokmen, anî ziman ku mala wan hindik zirar dîtiye û piştî zivistanê dê dîsa li Wanê vegerin. Sokmen, anî ziman ku ji ber ku mala wan zêde zerar neditiye zêde bi şensin û ji bo demsala zivistanê hatine Îzmîrê.

‘Em neçar man koç bikin’
Welatiya bi navê 62 salî Ayşe Sokmen jî anî ziman ku ji ber kesî alîkarî bi wan re nekir neçar man ku koç bikin û hatine Îzmîrê. Sokmen, anî ziman ku ji ber alîkarî bi welatiyan ne nayê kirin her kes Wanê vala dike û dest bi koçê kirine.

8 malbatan koçî Sîlîfkeyê kirin

Piştî li Wanê 2 erdhejên mezin çêbûn û bi hezaran avahî hilweşiyan, ji ber şert û mercên zivistanê yên dijwar û rayedarên dewletê sozên xwe yên çadiran bi cih neanin koçberiya ji Wanê ber bi bajarên din ve didome. 8 malbatên ku ji 53 kesan pêk tê koçî navçeya Silifkeya Mêrsînê kirin.
Li Wanê piştî di 23’ê cotmehê de erdhja 7,2 û di 9’ê mijdarê de erdheja 5,6 pêl pêk hat, bi hezaran xanî hilweşiyan û bi hezaran xanî wêran bûn. Ji ber ku xaniyên zerar dîtin ne bi ewle ne û her roj erdhejên pajing pêk tên koçberiyek mezin li Wanê dest pê kir. Welatiyên ku dewlet çadiran nade wan û cihê ku lê bi cih bibin tune neçar dimînin ku berê xwe bidin Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Aydîn, Stenbol Dîlok û gelek bajarên din. Herî dawî 8 malbatên ku ji 53 pêk tên ji ber ku li Wanê nesitirîn û çadir bi dest nexistin berê xwe dan navçeya Sîlîfkeyê ya Mêrsînê. Malbat piştî çûn Sîlîfkeyê li Bajaroka Atayurtê bicih bûn. Welatiyên koç kirin, diyar kirin ku di nava şert û mercên zivistanê yên dijwar de nekarîbûn îdare bikirana û ji ber çadir bi dest nexistin koç kirin. 

MUTHA ÇETÎN - DÎHA- ÎZMÎR