Li gundên Kayseran Golaganî Jorî, Golagenî Jerî û derdora wê her sal li welatiyan lehî radibin û welatî mexdûr dibin. Welatiyên Golagenî ya Jêrî ku her sal mexdûr dibin îsal jî gelek mexdûr bûn. Welatiyên ku her sal lehî li wan radibe û mal û mulkê wan talan dibe, li gel hemû serlêdanên rayedaran, serlêdan bê encam dimînin. Ji ber ku rayedarên dewletê nabin alîkar.
Dest û milê xwe badan
Endamên Meclîsa Bajar a Wanê dest û milê xwe badan û hewl dide ku bibe alîkarê welatiyan. Komîsyona Sewalkarî û Çandinî û Daristanê heyetek ava kir û çûn li gundan lêkolîn kirin. Heyetê li 5 gundan lêkolîn kir û rapor amade kir. Heyetê anî ziman ku li 5 gundan zerar heye. Heyetê da zanîn ku ji sedî 70 zeviyên çandî tev talan bûye û li malên gund jî i tevhaî zerar çêbûye. Heyetê da zanîn ku gelek sewalên welatiyan mirar bûne.
Welatiyan anîn ziman ku piraniya zeviyên wan ji ber lehiyê talan bû û çandiniyên wan tev ber bi avê çû. Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î Faruk Goren, anî ziman ku ligel welatiyên mal û mulkên wan ziyan bûye û talan bûne serî li hemû saziyên dewletê dane jî dewlet nebûye bersîva welatiyan û welatî mexdûr kirine. Goren, xwest dewlet li gorî zagonên xwe yên civakî û xizmeta welatiyan tev bigere û bi lezgîn komîsyona tesbîta zerarê ava bike û alîkariyê bide welatiyan. Goren destnîşan kir ku hikûmet û dewlet cudakariyê dixe nava welatên rojhilat û rojava û xwest dewlet li gorî edaletê tev bigere û daxwazên welatiyan bibersivîne.
DÎHA/WAN