Welatiyên gundê herêma Oremar û Dostkiyê ku havîn di bin operasyonên leşkerî tanq û topan de derbas kirin bêyî amadekarî ketin nava nivistanê. Welatiyên ku arduyên zivistanê kom nekirin û berhemên dahl û rezên xwe berhev nekirin, niha zahmetiyek mezin dikişînin. Welatiyên ku havîn di bin top û guleyan de derbas kirin, li aliyê din êmên sewalên xwe jî kom nekirin û niha li gel sewalên xwe birçî di malê de dijîn. Welatiyên herêmê ji ber berfa zêde ku nikarin têkiliya xwe bi navçeyê re dîtin û nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin. Welatiyê gundê Şagolord ê di sala 1995'an de gundê wan vala bû û di demsala havînê de diçe ardû, êm û dahlên xwe kom dike, Saît Çakir, diyar kir ku îsal ji ber operasyonên leşkerî neçûn gund amadekariyên zivistanê nekirin û hina perîşan bûne.

Çakir, anî ziman ku her havîn diçûn gund dahl û rez kom dikirin û giha kom dikirin û wiha got: "Lê îsal ji ber operasyonên leşkerî nekarîbûn biçin gund u amadekariya zivistanê nekirin. Çakir, da zanîn ku ji ber guha kom nekirin, nikarin êm bidin pezê xwe û ji ber giha pir buhaye nikarin bikirin. Çakir, anî ziman ku ji ber amadekariya zivistanê nekirine sewalên wan birçî ye û ji niha de zivistanek dijwar derbas dikin.

DÎHA/COLEMÊRG