Li Wargeha Mexmûrê ji 2 salan carekê Şaredar tê hilbijartin. J bo hilbijartina şaredarê nû îro welatiyan dengê xwe bikar anî. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo hilbijartina Şaredarê Mexmûrê yê nû û endamên meclîsa şaredariyê ya 2011-2012’an çûn ser sindoqan. Ji bo şaredarê wargegehe 3 namzetan xwe endam nîşan dan. Şêniyên Wargehê saet di 07:30’an de çûn ser sindoqan. Li 4 semtên ku ji 16 taxan pêk tê 16 sindoqên dengan hatin danîn. Li wargehê hilbijêrên ku temenê 15 salî û jortirî 15 salî bi tevahî nêzî 7 hezar hilbijêr dê dengê xwe bikar bînin. Li Wargehê nêzî mehekê ye xebatê hilbijartinê tên kirin, lê ji ber geşedanên dawî û operasyonên leşkerî welatiyên wargehê di nava xemgîniyekê de xebatên hilbijartinê meşandin. Hilbijartina şaredariyê di navbera sê endamên şaredariyê de pêk tê. Ehmed Ozer ku di heman demê de şaredariyê berê ye û Qedrî Yaman û Ehmed Sevîm xwe namzet nîşan dan û di nava pêşpirkê de ne. Piştî bisaranîna dengan bi dawî bibe dê encam ji gelê wargehê re bê eşkerekirin. Tê payîn ku berbi saetên êvarê de encam diyar bibe.

DÎHA/MEXMÛR