Di civînê de ji gelê herêma Botan û Geliyê Goyan hat xwestin ku dengê xwe bidin BDP’ê û hat gotin ku pêwiste êdî partiyên desthilatdar li Kurdistanê nikaribin cihê kar û jiyanê bibînin. Di civînê de ji bo tevlî kar û xebatên hilbijartinê bibe jî komisyoneke ji 11 kesan pêk tê hat hilbijartin. Civîn ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de bal kişandin ser hilbijartinên xwecîhî yên Şardariyên bakûrê Kurdistanê û li ser xebatên hilbijartinê nîqaş hatin kirin. Beşdarvan bi taybet bang li xelkê Şêxan, Sêgirkê, Hilalî û Qileban kirin ku di hilbijartinan de dengên xwe bidin BDP’ê û tevlî tevgera azadiyê bibin.


Vegerin riya rast û rûmetê
Di civînê de ji bo şopandina kar û  xebatên hilbijartinan komîsyonek ji 11 kesan pêk tê hate hilbijartin. Ev komîsyon dê li van herêman ji bo piştgiriya hilbijartinan tevlî xebatan bibin. Di civînê de hevserokên şaredariya wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bermal Colemêrg û Kendal Kara axivîn û gotin ku; “Ev civîna me ya bi nirx, ji bo hilbijartinên xwecîhî yên şaredariyên li herêma Geliyên Goyan e. Van herêmên me di tevgera azadiyê de berdêlên mezin dane, gelek şehîd dane. Em bang li gelê xwe yên li van herêman dijîn dikin, bi taybetî bang li gelê Hîlal (Şêxanî) dikin û dibêjin edî xizmeta dijmin nekin vegerin rastiyê.”

Dengên xwe bidin xwe

Di  dawî de jî Kendal Kara got “Em hemû destê xwe deynin bin kevirê  û rastiyê bibînin û li dengê wîjdanê xwe gohdar bikin.” Kara bang li gelê li van herêman kir ku vegerin rastiya xwe  û tevlî tevgera Azadiyê bibin."

MEXMÛR