
Kongreya Jinên Azad KJA´yê li navçeya Colemêrgê Geverê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê mîtîngeke bi heybet pêk anî. Bi hezaran jinên li Parka Apê Mûsa kom bûyî, bi cil û bergên gelêrî qada mitîngê xemilandin. Jinan meydana mîtîngê bi rengên kesk, sor û zer neqişandin û alên KJA, YPJ´ê hilgirtin. Jinan dîsa wêneyên mezin ên pêşengên tekoşîna azadiya jinê, yên Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Arin Mirxan, Kader Ortakaya û jinên pêşeng ên şoreşa cîhanê daliqandin. Disa pankarta li ser nivîsandî "Em bi jina li Kobanê li ber xwe dide xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" hildan. Jin li ber avahiya DBP'ê ya Geverê kom bûn û bi govend tilîlî û siloganan heta bi kolana Cengiz Topel meşiyan û ji vir derbasî Parka Apê Mûsa bûn. Jinan di meşê de bê navber silogan gotin. Jinan di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hilgirtin. Jin dema gihiştin Parka Apê Musa hêjmara wan gihişt deh hezaran.
Peyama Ocalan bi coş hate pêşwazîkirin
Di ketina meydanê de tedbîrên gelekî zêde hatin girtin. Li meydana mitîngê gelek dezgeh hatin danîn û jinan li ber muzîkê govend gerand. Jinên komînên gundan û Dayîkên Aştiyê bi anonsa "Hûn bi xêr hatin, kûlilkên azadiyê, pêşengên şoreşê, jinên Gever'ê" hatin pêşwazîkirin. Di mitîngê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan nivîsandî ya bi navê "Sevda kadini" hate xwendin û mitîngê dest pê kir. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Geverê Oznur Canan axaftina destpêkê kir. Piştre peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adarê şandî hate xwendin û peyam bi slogan û tîlîliyan hat pêşwazîkirin.
'Jinên kurd bi reng û dengê xwe jin in'
Piştre li ser navê Meclîsa Dayîkên Aştiyê Naciye Îke axivî û têkoşîna jinan a rêxistînî silav kir. Hevşaredara Geverê Ruken Yetîşkîn jî diyar kir ku jin pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin û wiha peyivî: "Hinekan digot Kobanê dê bikeve, lê xweziya wan di qirika wan de ma. Em jin soz didin em dê heya dawiyê bi Rêber Apo re bimeşin. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Jin jiyan e, jiyan azadî ye. Ev yek jî bi têkoşîna jinê pêk an e."
Colemêrg xemilî
Li Colemêrgê mîtîna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê a bi pêşengiya KJA´yê, li ber avahiya DBP'ê bi beşdariya bi hezaran jinan dest pê kir. Ligel hezaran jinan, Parlementera HDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatipoglu, hevserokên jin ên DBP û HDP'ê û endamên saziyên sivîl ên civakî beşdarî mitîngê bûn. Qad bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên jinên şoreşger ku jiyana xwe ji dest dayî, KJA, YPJ'ê hat xemilandin û di meydanê de pankarta li ser nivîsandî "Em bi jinên li Kobanê birêxistin bûyî re bibin yek û jiyanê azad bikin" hatibû nivîsandin hat daliqandin. Bi hezaran jin serê sibê bi cilên gelêrî, kiras û fîstanên xwe hatin meydanê.
Parlementera HDP'ê ya Wanê di mîtingê de axivî û diyar kir ku jin divê ji bo azadiya xwe zêdetir têbikoşin û wiha peyivî: "Azadî û demokrasî dê bi têkoşîna jinan bi pêş bikeve. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de zêdetir serhildanê bi pêş bixin." Mîtîng bi govend gerandinê qediya.
DÎHA / COLEMÊRG