Ji bo çalakiyên şermezarkirina bêbextiya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan, Dîwana Hevserokatiya KCDK-E û TJK-E´yê banga beşdariya çalakiyên 13, 14 û 20 Cotmehê kir ji bo şikandina tecrîdê û azadkirina Ocalan.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E û Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) bal kişand ser wê yekê ku Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîdkirina Ocalan, wê bi berxwedanê bên şikandin û cih û dema çalakî û meşên girseyî yên li welatên cuda eşkere kir. Di daxuyaniyê de girîngiya berxwedanê û xurtkirina têkoşînê hat destnîşankirin û banga beşdariyê li welatparêz û demokratan hat kirin.
Banga KCDK-E û TJK-E´yê wiha ye: “Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û azadiya Rêber Apo bi awayekî pirr xurt tevlî meş û çalakiyên 13 û 14´ê Cotmehê bibin. Ji bo bilindkirina dengê azadiya Rêber Apo û ji bo zextkirina li saziyên navneteweyî da ku bi karê û erka xwe rabin, em bang li hemû gelê xwe yê li çar parçeyan; şoreşger, demokrat, rewşenbîr û parêzvanên mafê mirovan dikin ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibin û xwedî li Rêber Apo derkevin.”
Di daxuyaniyê de dem û cihên çalakiyan wiha hatin rêzkirin:
13’ê Cotmehê Şemî:
- Li bajarê Belçîkayê Liegeê, li Place Saint Slambert saet 14:00´an.
- Li paytexta Fransayê Parîsê, li Place Republiqueê saet 14:00´an.
- Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, li Place canabierê saet 14:00´an.
- Li eyaleta NRW ya Elmanyayê, li pêşiya gara navendî (HBF) ya Dusseldorfê saet 14:00´an.
- Ji bo eyaleta Elmanyayê Hessenê, li bajarê Frankfûrt li meydana li pêşiya Alte Oper saet 15:00´an.
- Li heman eyaletê li bajarê Darstadtê li Luisen Platzê saet: 14.00´an.
- Ji bo Hannover û derdora wê jî li pêşiya gara navendî (HBF) ya Hannoverê saet 14:00´an.
- Ji bo Stuttgart û hawîrdora wê li bajêr li Lautenschagerstr. saet 17.00´an.
- Li Berlînê, li Alexanderplatzê saet 12.00´an.
- Li Hamburgê, li pêşiya gara navendî (HBF) saet 15:00´an.
- Li Kielê, li pêşiya gara navendî (HBF) saet 16:00´an.
- Li bajarê Awusturyayê Linzê, li Martin Luther Platz saet 13:00´an.
- Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li Museumsquartier saet 14:00´an.
- Li bajarê Awusturyayê Insburgê, li Annasäule, saet ji 17:00 heta bi 19:00´an.
- Li bajarê Kanasdayê Torontoyê, li Yonge&Dundas (Dundas Square) saet 18:00´an.
- Li bajarê Awusturalyayê Melbourneê, li State Library saet 14:00´an.
- Li bajarê Holandayê Den Haagê li Maliveldê saet 14.30´î.
- Li paytexta Swêdê Stockholmê, li Norra Bantorgetê saet 13:00´an.
- Li paytexta Fînlandayê Helsînkiyê, li Trafikkantenê saet 15:00´an.
14’ê Cotmehê yekşem
- Li bajarê Awusturalyayê Sydneyê, li Circular Quay Train Station saet 14:00´an.
20’ê Cotmehê şemî
- Li bajarê Swîsreyê Bernê, li Bundesplatzê, saet 14:00´an.
NAVENDA NÛÇEYAN