Çalakiyên ji bo pişgiriya çalakgerên greva biçîbûnê bi armanca bidawîkirinatecrîdkirina Ocalan li seranserê Ewrûpayê dewam dikin. Li paytexta Welatê Galiyan Cardiffê û li paytexta Kanadayê Ottowayê jî bi heman armancê çalakiyên girseyî hebûn.

Girseyeke qederê 500 Galiyî û Kurdî li Cardiffê ber bi meclîsa neteweyî a bi navê Senedd ve meşiyan. Çalakgeran bi vê yekê piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş ê 53 rojên çalakiyê temam kirine, çalakgerên li Strasbourgê, Leyla Guven û hepsiyan re nîşan da. Çalakgeran got, daxwaza bidawîkirina tecrîdê ya wan e jî. Wan bang li Meclîsa Neteweyî ya Welatê Galiyan kir da ku zend û benda bade ji bo zextê bike li dewleta Tirk da ku tecrîda li dijî Ocalan bişike.

Dosya dan NY´yê

Li Ottawayê, çalakgeran bi heman armancê dosya da rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û ji wan xwest ku bikevin nava liv û tevgerê.

Kurdistaniyên ji bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û desteka ji bo grevên birçîbûnê, li paytext Ottawayê çalakiyek li dar xist. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe beşdarî çalakiya li ber avahiya parlamenê bûn.

Parlamenterê Partiya Mihafezekar a Kanadayê Tom Kmiec jî beşdarî çalakiyê bû û destek da çalakgeran.

Çalakger piştre çûn ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî û dosyayek radestî rayedaran kir. Çalakgeran diyar kir ku rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê êdî gelekî krîtîk e û bang li rayedarên NY’ê kir da ku hewl bidin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN