Navenda Çapemeniya YPG’ê li ser operasyona ku li başûrê Girê Sipî dewam dike, daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: "Di çarçoveya ´Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo´ ya ku ketiye roja xwe ya 47’an de li başûrê Girê Sipî û Silûkê pêşveçûna hêzên me yên Kobanê û Cizîrê didome.
Doh hêzên me yên Cizîrê li başûr rojavayê bajaroka Silûkê operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de gundê Demîşliyê ku di bin dagirkeriya çeteyan de bû hate azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin."
YPG´ê da zanîn hêzên wan pêşî gund ji mayin û bombeyên çeyan bicihkirî paqij kirine. YPG´ê bi bîr xist ku di encama teqîna mayinekê de li gundê beriya niha hatî rizgarkirin Til Hemamê du hevalên wan birîndar bûne.
Daxuyaniyê weha dewam kir: "Li ser rêya Reqa-Girê Spî ya ku ji nêzîkî gundê Demîşliyê derbas dibe, duh pişt nîvro mayineke ku çeteyan berê li ser rê bicih kiribû, bi maşîneyeke sivîlan de hatiye teqandin. Di wê maşîneyê de ku ji aliyê çeteyan ve hatibû hedefgirtin, hemwelatiyek me gihîştiye şehadete û 4 kesên din jî birîndar bûn. Hêzên me piştî mayinên li ser rê paqij kirin xwe gihandin kesên birîndar û ew birin nexweşxaneyan."
YPG´ê da zanîn ku operasyonên hîzîn wan ên Kobanê jî li başûrê Girî Spî dewam dikin û di encamê de doh danê sibê gundên Zenbaq û Elî Beceliyê, û 5 gundik ji çeteyan paqij kirin.
QAMIŞLO