Desteka ji çalakgerên greva birçîbûnê re her diçe zêde dibe. Leyla Guven ji jinên ji Stenbolê çûn serdana wê re got, 8´ê Adarê dakevin meydanan û têkoşînê xurttir bikin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guevn destpêkirî, îro dikeve qonaxeke nû; li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên ji dozên PKK û PAJK´ê li hemû hepsan dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ya li dijî tecrîdkirina Ocalan îro di roja xwe ya 114´an de ye. Nasir Yagiz ê ku li nûneriya HDP´ê ya Hewlêrê de di grevê de ye di roja 101´ê ya çalakiya xwe de ye. Koma yekem a li hepsan kete grevê, îro 76 roj e ku di çalakiya xwe dewam dike. Çalakgerên Strasbourgê û Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan 75 rojên çalakiya xwe temam kir.
Di siberojên azad de...
Her roj gelek alî û derdor diçin serdana açalakgeran û desteka xwe ji wan re radigihînin. Hasan Umut Ozer ê li Hepsa Tîpa T a Karabukê girtî, helbestek ji bo çalakgeran û Leyla Guven nivîsî û bi vê destek da Leyla Guven. Hasan Umut Ozer di di helbesta xwe de got, “Ez ne tenê bi nêta baş di heman demê de bi baweriya xwe û hezkirina xwe hêvî dikim ku em ê di siberojên azad de bên ba hev. Ez te bi hesret hembêz dikim. Ez ji dilê te maç dikim û dibêjim serketin.”
Grev li hemû hepsan
Axir heta îro, 321 girtî li hepsan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de bûn û îro ev li vê hejmarê hemû hepsên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêde dibin.
Em hêza xwe nîşan bidin
Jinên femînîst ên ku ji Stenbolê çûn serdana Leyla Guven a li Amedê, bi serdana xwe piştgiriya xwe ya ji bo wê nîşan da. Leyla Guven di serdanê de bang li jinan kir da ku bi awayekî xurt di 8’ê Adarê de dakevin meydanan.
8 jinên femînîst Firdevs Hoşer, Kamîle Dînçsoy, Şengul Yuksel, Gulîz Saglam, Ozgul Sakî, Songul Aydin û Hatîce Odemîş ji Stenbolê ji bo serdana Leyla Guven çûn Amedê. Li ber deriyê mala Leyla Guven polîsan pêşiya jinan girt û nasnameya jinan ji wan xwest. Jinan nerazîbûn nîşanî vê helwêsta polîsan da.
Cesaret hêvî ye
Firdews Hoşer diyar kir ku ew kêfxweş bûne ku Guven bi moral bûye. Jinan diyarî dan Leyla Guven. Guven jî got, ev serdan û cesareta jinan hêzê û hêviyê dide wê.
Leyla Guven ji jinan re wekî din got, ew di 16 saliya wê de dane zewicandin û wiha peyivî: “Piştî ku min ev têkoşîn nas kir, min got, ez heme. Bi têkoşînê re ez azad bûm.”
Leyla Guven diyar kir ku divê jin di 8’ê Adarê de bi awayekî xurt dakevin meydanan û têkoşîna xwe xurttir bikin.
AMED