Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî êrişên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk li seranserê Ewrûpayê dewam dikin. Di çalakiyan de banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava hate kirin. Pêr û doh li bêhtirî 100 navendî çalakiyên înternasyonalîstan û Kurdistaniyan hebûn, em ê çendekan li jêr bidin.
DRESDEN: Li ser banga Meclîsa Jinê ya Uta bi şev li bajarê Dresden a Elmanyayê bi beşdariya Partiya Çep a Elman (Dîe Linke), Partiya Maxsist (MLPD), Komên Antîfaşîst û şoreşgerên înternasyonalîst li Neustadt Albert Platz a Dresdenê meşek çêbû.
LEIPZIG: Kurdistanî û şoreşgerên înternasyonalîst ên li Leîpzîng a Elmanyayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk protestokirin.
KASSEL: Li bajarê Elmanyayê Kasselê Kurdistanî û dostên wan li çerxerêya Sternê bi qasî 30 deqîqeyan rê li çûnûhatinê girtin û êrişên Tirk ên li dijî Rojava protestokirin.
MUNCHEN: Çalakiyên protestoyî li vî bajarê Elmanyayê bê navber dewam kirin. Girseya li pêşiya konsolosxaneya Tirk civiya û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.
HAMBURG: Bi beşdariya hezaran kesî li Hamburgê, li semta Rote Florayê êrişên dewleta Tirk hatin protestokirin.
BIELEFELD: Li vî bajarê Elmanyayê êrişên qirkirinê bi meşekê hatin protestokirin. Li Bielefeldê ji sêşemê ve bênavber çalakî dewam dikin. Pêr bi şev li ser banga NCDK´yê çalakgerên Elman û Kurdistanî li ber Gara Trênan a Navendî civiyan û ber bi meydana Jahnplatzê ve meşiyan. Çalakgeran tevî astengkirina polîsan jî alayên YPG û YPJ´ê hilgirtin. Meş bi mîtînga li ber Gara Trênan a Navendî bi dawî.
PRAG: Li paytexta Komara Çek Pragê jî êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk bi mîtingekê hate protestokirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtînga ku li pêşiya Sefaretxaneya Tirk Çek bûn.
GRAZ: Li bajarê Awusturyayê Grazê êrişên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di axaftinên li ser navê SPO Awusturyayê û Partiya Keskan de hat gotin, ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk wê li gel Kurdan cih bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN