Cureyê meymûnan, şîmpanze dikarin bi lîstika pel, kevir û meqes bilîzin. Erê, we şaş nexwend, li gorî meqaleyeke 10´ê Tebaxê hatî weşandin, ew fêr dibin û dilîzin. Na, helbet nehat bîra şîmpanzeyan ku bi serê xwe rabn û fêrî vê lîstikê bibin. Lêkolînerên li zanîngeha Kyoto ya Japonyayê bîra wê yekê birin ku meymûnan fêrî vê lîstikê bikin. Ne ku tenê şîmpanzeyek biaqil bû, li gorî meqaleyê zanyaran gelek şîmpanze fêrî lîstikê kirine. Zanyarên Çînî û Japonî fêrî şîmpanzeyan kir ka di navbera her cotekî îşaretên destan di lîstikê de tê çi maneyê. Erê, meymûn fêr bûn ku îşareta çakûç bi meqes dikare, lê pel jî bi çakûç dikare, herçî meqes e, ew bi pel dikare. Zanyaran li ser ekraneke bi destdanê dixebite, diviyabû nîşanên ku wan bi ser bixin tercîh bikin. Bi vî rengî ji heft şîmpanzeyan nîşan da ku ew serketî fêrî lîstikê bûne. Li gorî lêkolînê şîmpanze bi qasî zarokekî 4 salî zû fêrî qaîdeyên lîstikê dibin. 

 TOKYO