Çar diranên fosîlbûyî yên meymûnan ên ku li nav daristanên Amazon ên Perûyê re hatin dîtin, delîlên nû ne ji bo wê yekê ku ji komekê bêhtir cureyên meymûnan ji behra Atlantîkê bihurîne û xwe gihandine Emerîkayê. Diranên nû hatine dîtin, ên meymûneke Efrîkî ne ku ji mêj ve koka wê qeliyaye. Navê vî cureyî parapîtesîd e. Fosîl li wê deverê hatibûn dîtin, ku lê fosîlên meymûnan berê jî hatibûn dîtin û delîla wê yekê bûn ku meymûnên li Emerîkayê ji meymûnên Efrîkî beridîne. Li gorî hizra zanyaran, meymûn li ser kelekên xwezayî yên ji dar û giya yên muhtemelen di dema bahozekê de ji ser erdê ketibin ser behrê, ev rêya dirêj di ser behrê re heta bi Emerîkayê li pey xwe hiştibin. Cihê ku diran hatine dîtin, texmînî 34 milyon ta 23 milyon sal beriya niha çêbûye. Piştî liberhevgirtina fosîlên ji Emerîkayê bi yên ji Efrîkayê re, zanyar dibêjin, gelekî muhtemel e ku van meymûnan beriya bi 34 miyon salan ev koçberiya hanê kiribe. LÎMA