Turnuvaya futbolê ya ji bo Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler serbest bên berdan bi maça fînalê bi dawî bû. Turnuvaya mehekê berdewam kir di fînalê de Pîramît Spor û Mezopotamya Spor li hev hatin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sixkê Riza Sucaî, rêveberên BDP’ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatiyan maça fînalê temaşe kir. Di encama maçê de Mezopotamya Spor, Pîramît Spor 4-2 têk bir û bû yekemîn. 

WAN