Wek tê zanîn, çendîn wext e ku mêzîna Rojhilata Navîn ji şûna xwe liviya ye. Bi vê mijarê ve girêdayî du xal hene. 

Yek: Li ser mêzîna Rojhilata Navîn tesîra herî giran yê Tirkiyeyê ye. 

Du: Serobinobûna mêzîna Rojhilata Navîn, herî zêde bandora xwe ya neyînî li ser desthilatdariya Tirkiyeyê dike. Bandor jî di vir de pêyveke sivik e, gava mêzîna Rojhilata Navîn li cihê xwe liviya, pergala desthiladariya Tirkiyê jî, ji kokê heta sêrî lerizî, leyîst û hê jî bilerize û bileyîze.

Di xebatên civaknasiyê de teoriyek heye, jê re dibêjin; “Tesîra Minminîkî”. Li gor vê yekê, li ser ezmanê tu bûyer û tu tevger nîn e ku ji tevger û bûyerên din azade be, qut be. Ango li ser dunyayê, heta li ser ezmanê, her li ku derê tevgerek û bûyerek çêbû, tesîra wê bûyerê tenê bi qasî xwe nîn e, bi her awayî li cihekî din jî li ser bûyerekî teqez bandorek datîne. Ji ber vê, gava ku desthilatdarên Osmaniyan bi Fransiyan pêyman çêkirin û Kobanê ji Riha veqetandin, ew bela îro hat li ser desthilatdarên modern yên Tirk teqiya. Her wisa, gava ku desthilatdarên vê rojê, ango çend sal berê, hikumata AKP’ê dest avêt li Sûrî û bi mêzîna Rojhilat lîst, ew roj têkçûyîna xwe jî mohr kir.

Çi ku aqildaneyên AKP’ê ji civaknasiyê dûr in û ji nezantiyên xwe hêz digirin, bi sedema nezantiyê xwe ji xwe re pirr bawer in, ev yek jî çavê wan digire û bi tevgerên xwe ve agir berdidin dawên xwe. Li Rojhilata Navîn jî wisa kirin. Bi tevgereke kortiyê ve, xoyrat û hovane bi mêzînê ve leyîstin.

Wer dihesibandin ku her çiqasî muhaxale bikin, ewqasî jî berjewendiyên wan dê mezin pêk were. Lê ev çavkortiyê xwe ve, ne tenê hikumat, wek dewlet têkçûyîna xwe misoger kirin. Êdî heta ku mêzîn dîsa were û li ser takêşiya xwe rûnê, heta wê deme dê pergala Tirk ji xwe winda bike. Heta wê demê weza bibe, heta wê demê paşve biçe, ji aliyê din jî heta wê demê ji halê dinyayê, ji halê mirovatiyê fêhm bike, bielime, fêrî demokrasiyê be.

Di vê bûyerê de yê çalak jî Kurd bixwe ne. Heta ku Kurd bi hêzên xwe ve, bi rêzên xwe ve rast bimeşin û li gor hesasiyetên gelan, li gor mafên mirovahiyê hê gavên xurt û têgihîştî biavêjin, heta ku mêzîn tê cihê xwe ya rastîn, qezanca gelên bindest yê berê jî dê zêde bin û pergaleke hê bidadî, hê adîlane were damezrandin. Bi tevahî rêça mezin a giştî li ser vê yekê ye. Ji wê wêdetir li Kobanê, li Girê Spî, li Şingal û li Misûlê çendîn êrişên hovane çêbin jî çare nîn e. Li Kobanê doh jî êrişên hovane û derînsanî çêkirin, lê ew gijgijîn û ew bikeftûleftiyan ve tu encameke dermêzîn dernakevin holê.