
AMARA GUNEŞ
Siyasetvanê Kurd Hacî Ehmedî yê ku sala 2004´an bi damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bû serokê vê partiyê û heta 2016´an jî ev erka xwe bi rê ve bir. Hacî Ehmedî niha endamê meclîsa KODAR´ê ye. Hacî Ehmedî hîna ji serdema xwendina xwe ya li Munîxê bi yek ji rêberên tevgera azadiya Kurd a Rojhilatê Kurdistanê, Dr. Abdurrahman Qasimlo re hev nasî. Tevî wî di dema şoreşa gel a Îranê de vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û di encama serketina Xumeynî de piştî şerekî dijwar ew jî neçar ma vegere Ewrûpayê. Ji bo Hacî Ehmedî naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê a bi rêberiya çawa ku ew dibêje, ”Rêber Apo“, a sala 1994´an werçerxek e, lewma ew bi kesayeta şoreşger û xizmeta gelan hîna nû jihev derdixe û lê serwext dibe. Em bi dinyatîtiyê Kurd û siysetvanê Rojhilatê Kurdistanê Hacî Ehmedî re li ser jiyana wî û siyaseta Kurdistanî li Rojhilatê Kurdistanê peyivîn.
Cenabê te ev bi dehan sal in ku li Ewrûpayê dimîne. Lê belê têkiliya xwe bi welatê xwe re qet qut nekiriye, di nav sîyaseta aktîf de cihê xwe girtiye. Te ev çawa bi ser xist?
Bi baweriya min jiyana penabertiyê bo kesên wek me ji welatekî dîktatorî yê wekî Îranê ji neçarî ji welat û civaka xwe dûr ketî, tiştekî welê ye, em qet nikarin bi temamî xwe li gel çanda siyasî û civakî, rê û resmên van welatên duyemîn xwe bikin parçeyekî wan. Her tim xerîbî beşeke li jiyanê ku dibe sebeba azara ruhî. Bes jiyan li diyasporayê hem aliye xwe yên erênî hene hem jî yên neyênî hene, bi taybetî ji bo wan kesên ku xwedî bîr û baweriyên siyasî, civakî ne û hewl didin ji bo civakeke adil û demokratîk li welatê wan pêk were. Em dikarin siberojê ji sîstema civakî û çerxa demokrasî û mafê mirovan gelek sûdê ji van welatan wergirin.
Ji destpêka kar û xebatên xwe yên siyasî heta îro, min her tim meslehet û berjewendiya xwe di meslehet û berjewendiya neteweyî de dîtiye û ji bo vê jî min hewl da. Ti demê min hewl nedaye desthilat û berpirsiyartiya xwe bo qezanca alîgir yan jî xizm û malbat, tayife yan dostê xwe sûd jê wergirim. Ji ber kiryarên wisa û bîrûbawera neteweyî û şoreşgerî hevdu nagirin.
Di vê rêyê de du hedefên min hebune. Ya yekemîn, min hewil da pêşiya reqabet, hesûdî û berberiya di nav rêxistinê de bigirim, ya duyemîn, min hewl da hevkar û derdora xwe fêrî berpirsiyartî, biryargirtin û karê kolektîf bikim.
Rabihuriyeke dirêj a siyasetê li pey cenabê te ye. Tu dixwazî çi li ser heval û hevrêyên xwe yên têsîr li te kirî, bibêjî?
Ew kesên ku min kariye tiştan ji wan fêr bibim, heta bimrim ez deyndarê van dostan im. Ew kesên ku min kariye ev tiştên ku ez ji dostan fêr bûme bi wan re parve bikim jî ji dost û hevrêyên min in.
Sala 1966’an min Dr. Qasimlo li bajarê Munîxê nas kir. Ev ji Çekoslovakayayê hatibû Mûnîxê. Heta sala 1968´an Dr. Qasimlo çend caran hat Mûnîxê û her carê sê hevalên me yên Rojhilatî ji Awusturyayê jî dihatin. Dr. Qasimlo çend caran em dawetî Pragê kiribûn. Ew ji bo me hemuyan ne tenê di warê siyasî de belku ji hemû aliyan ve wekî mamostayê me bû. Pêşniyazî min kir ku ji bo xwendinê biçim Pragê, ez jî sala 1968´an çûm Pragê. Edî rêya jiyana min guherî, ev mezintirîn şens bû di jiyana min da.
Dema ku çavên min bi pirtûkxaneya Dr.Qasimlo ket, dostaniya min bi pirtûkan re çebû û min berê xwe da pirtûk xwendinê. Dostanî, hevaltî û hewkariya me kir ku li derveyî welat li Ewrûpa me şaxê PDK-δyê dîsan zindî kir û piştre partiyê kongireya xwe ya sêyemîn li Bexdayê pêk anî. Edî PDK-δyê dest bi xebat û çalakiyan kir.
Şoreşa gelên Îranê dest pê kir, wê demê li zanîngeha Bonnê (Elmanya) min hem kar dikir û hem jî dewreya min a doktorayê dest pê kiribû. Dr. Qasimlo û em sê hevalên din me biryar da ku em wegerin welêt. Destpêka Çileyê sala 1979´an me li Mehabadê hevdu dît.
Mihemed Riza, şahê Îranê, reviyabû, Xumeynî wegeriya Îranê. Dem û dezgeyên hikûmetê li Îranê bi temamî ji navê çûn, artêş ji aliyekî ve belav bû û rexistina Ewlekariyê ji holê rabû.
Ez ji bo berpirsiyariya sê bajêran ango Nexede, Şino û Pîranşar ku nêzîkî çarsed gundê wê hene, hatim erkdarkirin. Sala 1980´yî wek yekemîn nunerê PDK-δyê li Ewrûpa hatim diyarkirin, min peywendiya partiyê bi çend welatan re çekir. Di vê pêvajoyê de wekî nêzîktirin hevkar û şewirmendê Dr.Qasimlo me kar kir. Di dawiya sala 1982´yan de li ser karê rêxistin û organîzasiyonê li gel Dr. Qasilmo di navbera me de nakokî hatine pêş.
Destpêka sala 1983´yan ez wegeriyam Ewrûpayê. Min hewil da li gel çend hevalê din rexistinekî medenî ya rewşenbîrî bi navê ”Hawargey Kurd” li Elmanya damezrînim, ku di encama rikeberiya alîgirên KDP û YNK´ê de bi bin ket. Piştre li gel çend kesayetên siyasî li Stockholmê me Rojnameyek bi navê ”Serdemî Nu” derxist. Piştî çend hejmaran dîsan nakokî kete navbera me û ez wegeriyam Elmanyayê. Piştî demekê, min hevalên PKK´ê nas kirin. Parlemana Kurdistanê li derveyî welêt pêk hat ku ez beşdar bûm heta KNK ava bû. Her ji destpêkê ve ez endamê konseya KNK´ê bûm heta sala 2004´an ku PJAK ava bû, hingî ez bûm serokê PJAK´ê heta sala 2016´an û niha jî ji bo endametiya konseya Rêveberiya KODAR´ê hatime hilbijartin.
Di pêvajoya Şoreşa Gel a Îranê ya sala 1979’an de û piştî wê çi qewimî? Çima hûn bi ser neketin?
Şoreşa gelên Îranê derfeteke zêrîn bu ji bo gelê Kurd, lê me nekarîbu sûdê jê wergirin. Ev jî ji ber sê dedeman bû. Ya yekê, gelê Kurd li Rojhilat bi temamî amade bû ji bo her fedakariyê, lê rêbertiya gel ev emadekarî û hêz nebû ku vê derfetê veguherîne serketinê, ji ber ku me ev şert û merc neafirandibûn.
Rêveberiya PDK-δyê di warê siyasî, civakî û rexistinî, parastin û aboriyê de di şexsê Dr. Qasimlo de teng dima.
Komeleya şoreşgerî ya zehmetkêşan jî rexistineke nû, ciwan û kêm tecrûbe bû. Hingê rêxistin jî hevgirtî nebûn û dijberî û şerê hevdu jî dikirin. Li aliyê din, ”qiyadeya moveqet” mezintirîn xiyaneta dîrokî li serhildana Rojhilat kir. Eger ew nebûya, komara Îslamî nedikarîbû wisa bi hêsanî Rojhilatê Kurdistanê dagîr bike.
Ya duyem me nikarîbû bi dirustî rewşa cihan û Îranê analîz bikin û em karibin pêşiya xwe bibînin. Me xwe ji komara Îslamî ya Îranê bi hêztir dizanîbû.
Sedema sêyem, me nekarî daxwazên gelê Kurd ku daxwaza hemû gelên din ê Îranê jî bû, bikin giştî, diyar e ku ev tenê kêmkarî ya Partiya Demokrat nebû, ji ber ku hingê yek ji van neteweyan jî ne xwedî partiyek, rêxistinek yan rêbertiyekê bû, em Kurd bi tenê man.
Pêvajoya PJAK’ê çawa bi pêş ket, nêrîna PJAK’ê ya li ser Îran, Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê çawa bû û PJAK’ê çi da Rojhilat?
Ava buna PJAK pêwîstî û mecbûriyeteke serdemê bu. Piştî terorkirina du rêveberên PDK-δyê (Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî) êdî partî fîzîkî bê ser ma. Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gelekî siyasî û berxwedêr e; heftê salan beriya komarê hebûye û tama serbixwebûnê li gel hest û jiyana wan têkel bûye. Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyê bêhêvîtî û bêmoraliyeke mezin bû.
Hingê peywendiyên PKK’ê li gel Îranê hebûn. Karîbû heta astekê felsefe û îdeolojiya xwe li Rojhilat û bi taybetî li zanîngehên Îranê bi cih bike. Xwendekarên Kurd li zanîngehên Îranê berê xwe dane çiyayên Kurdistanê.
PKK´ê şaşîtiyên dîrokê wergerandin û dest bi perwerdeya van xwendekaran kir û ji aliyê din ve felsefe û îdeolojiya Apoîzmê roj bi roj xwe di nav gelê Rojhilat de bi cîh kir. Bi komploya navneteweyî ya li dijî rêberê gelê Kurd diyar bu ku ta kîjan astê felsefe û îdeolojiya Serok Apo di dilê gelê Kurd li Rojhilat de cîhê xwe çêkiriye. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê keç û xort, ref bi ref xwe gihandin çiya û di nav rêzên PKK ê de cihê girtin. Sala 2004´an bûn bingehê damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK). Ez dikarim bibêjim, roja îro PJAK ji aliyê siyasî, civakî, îdeoloji û hêza parastinê ve mezintirîn hêza opozîsyonê ye, ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê belku li tevahiya Îranê jî.
Projeya PJAK´ê ji bo Îranê
Îran welatekî pirr netewe, pirr bawerî ye, ji bo Îranê sîstema Konfedralîzma Demokratîk guncawtirîn sîstem e. PJAK partiyeke Kurdistanî ye, navçeparêzî û parçeparêziyê qebûl nake, rêz li hemû bîr û bawerî û cudahiyên siyasî û dînî digire. PJAK bûye hêza hêviyê ji bo Rojhilatê Kurdistanê û îradeyeke şoreşgerî daye gel.
Niha rewşa Rojhilatê Kurdistanê çi ye, li gorî berê çi guheriye? Siberoj ji bo Kurdan li Rojhilat çawa diyar e?
Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gelekî zindî û siyasî ye. Beriya bi heftê salan Komara Kurdistanê li wir çêbûye. Di van heftê salan da bê navber xebata azadîxwazî û serhildan û berxwedan hebûye. Ciwanên Rojhilat li xebata azadîxwaziya hemû parçeyên din ê Kurdistanê beşdarî kirine û li hemû parçeyên Kurdistanê, li Bakur, li Rojava, li Başûr ji bo azadiya Kurdistanê Şehîd dane.
Li Îranê di serdema Komara Îslamî de tu carî hilbijardin çênebûne, her tim kes hatine destnîşankirin. Li Îranê sîstema ”welayetê feqîh” hakim e, û ew her tiştî diyar dike.
Weke mînak di hilbijardina serokkomariyê de jin ku nîvê civakê ne, nikarin bibin namzet. Ev ên ku ne şîî ne, ku qederê ji sedî 30´ê serjimarê ne jî nikarin bibin namzet. Îmam sê, çar kesan wekî namzet diyar dikin, ev jî bo xapandinê ye, ji ber ku îmam bi xwe dizane kî wê bibe serokkomar. Ji gel re dibêjin, werin dengê xwe bidin serokkomarê me ji bo we diyar kirî. Çerxa hilbijartinê li Îranê bi vî şiklî ye.
Qonaxên jiyana Hacî Ehmedî
Cenabê te di jiyana xwe de qonaxên girîng çawa dinirxîne, Hacî Ehmedî çawa hate roja me ya îro?
Ez sala 1941´ê li gundekî nezîkî bajêrê Mihabad’ê ji malbateka nexwende ji dayik bûme. Du salên destpêkê ên mektebê min li gel mammostayê gund ê ayînî ders xwend. Paşê mekteba destpêkê min li gundekî Azeriyan xwend.
Ji bo xwendina navî min berê xwe da bajêrê Mehabadê. Hingê tenê çend salek di ser hilweşîna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ragihandî re bihurîbûn. Rihê Kurdbûnê û hestên netewebûna Kurdî li ser gel xwedî tesîr bûn. Bi taybetî ciwanên bajêrê Mehabadê serçaveyeke bi hêz û çalakiyên neteweyî ya Kurdayetiyê bûn. Heta ku ez nehatim Mehabadê, min bi ti baweriyeke siyasî û kurdayetiyê nedizanî. Di demeke kurt de êdî bingeha hevaltî û dostayetiyê tenê Kurdîtî bû. Lê têgihiştina me ya siyasî pirr zeîf bû. Hemû bîr û boçûn û helwêstên me di çarçoveya dijberiya Azerî û Farsan de bû.
Dema ku min tevgera azadî û felsefe û paradîgmaya Rêber Apo nas kir, min teze zanî ku min çi qasî şaşîtî kiriye. Ji bo kesekî şoreşger çi ferq di navbera Kurdek ku gendelî, nokertî û talanbiriyê dike ji Fars, Ereb yan jî Turkekî ku xwedî van taybetmendiyan e, nîne.
Qonaxa sêyemîn salên 1964 – 1978´an in. Ez hingê hatim Ewrûpa. Roja newroza sala 1964 li gel sê hevalên xwe em bi armanca xwendinê ber bi Elmanya ve ketin rê û çûn Berlîna Rojava. Hingê serhildana çekdarî li Başûrê Kurdistanê hêviyek bû ji bo gelê Kurd. Paşê li Zanîngeha Erlangenê li eyaleta Bayernê min xwendina xwe dewam kir. Piştî bi sê mehan bûm berpirsê komeleya xwnedekarên Kurd ên li vî bajarî. Piştr e li Munîxê jî ez du salan li vî bajarî mam û li wir jî berpirsê komelê bûm. Piştre di bin bandora Dr. Qasimlo de tevî Kurdên ji Rojhilat ên li Elmanya, Awusturya û Çekoslovakyayê me rêxistinek bi navê Rêxistina Ronakbîranî Kurdistanî pêk anî. Ez li ser pêşniyaza Dr. Qasimlo sala 1968´an çûm Pragê. Piştî demekê me karî em baskê Partiya Demokrat a Kurdistanê a Îranê li Ewrûpa ava bikin. Edî min hem wek endamekî partiya demokrat û hem jî berpirsê komeleya xwendekaran kar dikir. Sala 1978’an şoreşa gelan a Îranê destpê kir. Min xwendina xwe ya doktorayê neqedand û li gel Dr. Qasimlo û du hevalên din ê rêveberiya partiyê em wegeriyan Îranê.
Qonaxa çaremîn ji sala 1978´an heta 1995´an e. Sala 1979´an bi PDK-Î serhildan li Rojhilat hebû. Heta destpêka sala 1983´yan di rêveberiya partiyê û serhildanê de beşdar bûm. Destpêka 1983´yan wegeriyam Elmanyayê. Sala 1986´an li Stockholmê me rojnameyek bi navê Serdemî Nû derxist.
Û min sala 1994´an Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Ev jî ji bo min qonaxa pêncemîn dide destpêkirin ji 1995´an heta îro. Ez ji 1995 heta 1999´an endamê Parlemana Kurdistanê li Derveyî Welat bûm. Sala 1999´an bûm Endamê Konseya KNK´ê, û vê wezîfeya min heta 2004´an dewam kir. Sala 2004´an PJAK ava bû û ez wek serokê vê partiye hatim hilbijartin û vê erka min heta sala 2016´an dewam kir. Sala 2016´an ez bûm endamê meclîsa KODAR‘ê.